zaterdag 7 februari 2009

PIRSGIRÊKÊN CIVAKA KURD

Ji bo weşandinê:
GEŞTNAMEYA TAYBET A HECÎ KARDOXÎ:
http://www.kurdishbookbank.org/hecikardoxi.htm



Û PÊSKETINÊN LI BASÛRÊ KURDISTANÊ



Sêxê Êzdiyan li Sêxanê û du feqiyên Kurdistanê

Ez bawer dikim, ku gelek ji me kurdan, em xwedî daxwaz û heskirina çûna Kurdistana azad in. Vêca çend ji kê be, wê li gor keys û derfetên xwe, bixwaze here Kurdistanê. Ji bo min ji her tistî girîngtir seredana zaro û xortên kurd e, ku biçin welatê xwe bibînin û hest û daxwaza xwe ya nasnameya xwe bi hêztir bikin. Lewra ji bo min di pileya yekem de ez ê bixwazim ku zarokên xwe jî carekê bibim Kurdistanê, da ew bi xwe bibînin ka besek ji welatê wan çewa bi rê ve diçe, îdarekirina welat bi her rengî ve, bi taybetî di warê perwerde û leskerî ve ku dê hest û baweriyeka berdewamî (muqîm) bide wan. Ji ber ku seredana wan ta niha bo bakurê Kurdistanê bûye û ji bilî polîs û jendirmên tirk, tu kesekî din ne dîne. Helbet wê ji bo wan lesker, polîs yan dersbêjekî ku bi kurdî bipeyîve dê cihê balkêsê be.


Teyar Germavî hêvî û baweriyeka mazin dide êzdî, mesîhî,
k ildanî û musulmanên deverê

Di dema seredana xwe ya vê carê de, seredana min bo basûrê Kurdistanê di gel komeka hevalên wergêr (mutercum) bi serperestiya TÖI ji Enstituya Wergeran ya Zankoya Stocholmê ku me seredaneka resmî pêk hanî. Em di vê seredana xwe de bûn mêvanê zankoyên Kurdistanê li bajarê Silêmanî, Hewlêr û Dihokê. Hejayê gotinê ye ku mirov bêje, ev grûba wergêrên kurd amadekariya Ferhengokeka Termînolijî ya Swêdî û Kurdî dikin. Seredan ji ber vê yekê bû.
Enstituya wergeran ta niha bi gelek zimanan ferhengokên weha amade kirine û niha jî bi kurdî amadekariya ferhengoka dike.
Di gesta (sefera) xwe de, me seredana gelek dever, dam û dezgeyên fermî kir ku bi kar û barê me ve girêdayî bûn. Bo nimûne; hemû kolejên ziman ku bi zankoyên Kurdistanê ve girêdayî ne, Nexwesxaneya Hewlerê Besê Nistergeriyê, Korî Zanyarî Kurdî, di gel yasazan, Bizîskên Kurd, Yekîtiya Nivîskarên Kurd û hwd..
Di van dan û sandinan de me çend semîner jî pêk hanîn û me gelek sûd ji wan wergirt û Wezareta Xwendinê ya bilind biryar girt ku komîteyek bê danîn û ev komîte berdewam be li ser peywendiyan di navbera Kurdistanê û derva de.
Ez dê li vir zêdetir li ser serdana xwe ya fermî ranewestim, lê tistên ku ji bo min cihê balkêsiyê bû, ku di van salên dawiyê de, li basûr guhertin û pêsketin çêbûne.
Her çend seredaneka kurt be jî ez disiyam hindek tistan bibînim ku ji bo min balkês bûn.
Heger ez salên xwe yên 1981-87 ne jimêrim ji ber ku wê demê Seddam li ser desthilatê bû. Cara yekê pistê raperînê, ez li sala 1992’yê çûm Kurdistanê. Wê demê bas têt bîra min ku li asxaneyên Kurdistanê nan tunebû meriv bixwara. Nan û xwarina ku hebûn jî paqij nebûn û meriv newêrî bû ku bi dilekî rehet wan xwurakan bixwe.
Cara duyem ku ez 2004 an de çûm Kurdistanê mirov guhertinek ber bi çav di nav bajar de didit, xwurak bêhtir bûbû, jimara hotêlan bêhtir bûbûn, otomobîlên luks, paqijiya nav bajarî û aloziya trafîkê, kesên parsek ku li ser papûran (cadde) destê xwe vedikirin ji bo alîkariyê, dibistanên nivxirabeyî û bêser û ber, mamosteyên ji xwe nebawer, avakirina hin sendîqe û rêxistinên medenî û mirovî, reveberiya partiyên Kurdistanê di serî de PDK û YNK û yên din û tistên weha…
PÊSKETINÊN BERBIÇAV
Tistê ku bala mirov diksîne di rêza serî de otêl û asxaneyên luks in. Navendên kirîn û firotinê jî yên luks vebûne. Mirov dikare van cihan di asta refên navnetewî de bijmêre. Avahî jî li gelek cihan çêbûne lê kalîta wan gelek ne bas in. Hindek sîrketan karê xwe bas çêkirine, bi taybetî yên ku ne hukmî ne. Hindekan jî karê xwe suxre kirine û qelpiya wan diyar dibe dema ku meriv dikeve nav avahiyê.
SILÊMANÎ
Dema ku em çûn Silêmaniyê ji ber rewsa hewayê, barana dijwar keysa me çênebû ku em hind cihên xwes ku hatibin çêkirin bibînin. Lê di hindek besên Zankoya Silêmaniyê de cihên xwes vebûne. Astê xwendinê her çend bas ne be jî, li gor salên berê bastir bûye.
Di dema seredana xwe de min ji çend xwendevanan pirsyar kir; aya astê xwendinê çewa ye? Xwendevanan bersiv dan ku di warê ziman de xwendin gelek ne bas e ji ber ku piraniya mamostên me ereb in û em jî bi erebî bas ni zanin, herweha inglîziya me jî hinde ne bas e, ku têra xwendin û dersan bike. Zimanê me yê herî bas kurdî ye û mamostên me jî bas bi kurdî ni zanin.
AZADÎ
Azadiyeka pirtir û hemereng li Silêmaniyê hat ber çavên min. Gelek dirûsmên hemereng hatibûn nivîsandin, lê hindek ji wan bo min balkês bûn. Min dît ku dirûsmên PKK û nîsana Hitler SS jî li ser dîwarên zankoya Silêmaniyê bûn.


Rektorê Nexwesxaneya Hewlêrê di gel Dr. Kurd

HEWLÊR
Bajarê Hewlêrê bi pêsketina xwe diyar dike ku paytext e. Gelek cihên xwes û ciwan çê bûne. Deverên ku nuh çê bûne û bi serê xwe ne gelek ciwan xuya dikin. Lê hindek dever hene, ku nû jî çê bûne lê derdora wan avahiyên kevn in û xemla wan bi hemî ve diguherîne.


Dîmenek gistî ji bajarê kevin ê Hewlerê

Gelek parkên ciwan hatine avakirin, hotêl û resturang jî bêhtir bûne. Gelek ji asxaneyên luks ji aliyê Kurdên bakur ve hatine avakirin. Bi taybetî Diyarbekirî û Batmanî. Her çend li nig me ew kurdên bakur bin jî, lê dîsan li wan wan ’restûrangên tirka’ yan jî ’kurdê tirkan’ dibînin.
Di suhbeteka xwe de, di gel kurdekî Diyarbekirê min gelek gazinde guhdarî kir ku ji bo wan gelek zehmetî derdixin ji aliyê dezgehên hukmî ve. Bo nimûne dema dirêjkirina rûnistina wan ya karî. Garsonek bi navê A.A digot eger ji mecbûrî nebe ez rojek jî li vir na mînim. Min got çima bira? Wele ji her alî ve, ew em wekî xerîb dijmêrin û ew jî bi me re wek xerîb, ne wek Kurd didin û distînin. Hem ji aliyê dezgehên hukmî ve û hem jî ji aliyê xelqê ve.


Dr.Shefik Qezzaz, serokê Akedemiya Kurdî û Resît Findî
DIHOK
Li Dihokê jî pêsketinên berbiçav çêbûne. Li vir jî hotêl û resturang di serî de tên. Sûk û bazar ji herdemekê pirtir zindîtir dihat xuyakirin. Aloziya (kirîza) aboriya cîhanê wesa xuya dikir ku hîkariyeke (tesîrekê) li ser kar û jiyana wan ne kiriye. Kel û pelên dikanan ji sedî not û neh berhemên biyaniyan e. Di serî de yên Tirkiye û Îran..

Xwendevanê Bakurî li Kolêja Ziman li Dihokê

Li Dihokê cihê herî xwes ku kêfa min pê hat Navenda Rewsenbêrî ya Dihokê bû. Reng e cihekî weha luks li Stockholmê jî nebe.
KARKERÊN BIYANÎ
Cihê balkêsiyê bû ku di gelek deverên kar û bazaran de biyanî kar dikin. Bi taybetî di otêl û asxanan de. Li balafirxaneya Hewlêrê jî hejimara kesên biyanî gelek in. Min pirsyar kir bo çi hinde biyanî kar dikin? Bersiv ev e bû ku kesek naxwaze kar bike. Helbet ev e ji aliyek dinve nîsana pêsketina wî welatî jî dide xuyakirin, ku kar heye û pêwîstî bi karkeran jî heye. Lê bi ya min hizr û bîra derebegatiyê ye ku naxwazin di karê kesek din de kar bikin.


Prof Dr. Nizar Mihemed, cîgire zankoya Silêmanî

AVA JIYANÊ
Berê niha tu biçuya kijan resturangê te yê ava Heyatê bidiya. Lê niha cihkî ji bo ava pakij jî li ser rêya Hewlêr û Dihokê bi navê Jiyan hatiye avakirin. Her çend tahma wê wekî avên dî xwes ne be jî dîsan, mirov hez dike ku ava jiyanê vexwe, ne ku avên din, ji ber ku berhemeka netewî ye.
Di suhbeteka xwe de di gel yaridederê Zankoya Silêmaniyê Nizar Mihemdî wek henek min got, mamoste min bawer dikir, ku bi tenê li vî welatî zarok tên cêkirin, lê va ye xuya dike, ku hûn ava vexwarinê jî çê dikin. Keniya û got belê pêsketin heye.
Reqabeta hotêl û resturangan weha kiriye ku nirxê razan û xwarinê kêmtir bibe. Lê dîsan jî eger mirov pîvanekê bike li gor Swêdê ji vir nirxa tistan girantir e. Bo nimûne otêlek 3 stêr seva wê 60-65 dolarî ye. Li Swêdê 35-40 dolarî ye. Xwarinek li asxaneyeka nîv klas 15 hezar dînarî kêmtir nine ku dike 13 dolar, dike 105 kronê swêd.
MUSRÎFIYA XWARINÊ
Xwarina ku davêjin zibil û gilêsê têra zarokên bircî yên Diyarbekir, Batman û hemû zarokên basûrê Kurdistanê dike.
Dema mirov li kurdên basûr dinêre mirov qelewiya wan, kiloyê wan yê giran li ber çavan dibine. Ji sedî 80 mirovên wan xwedî nexwesiya qelewiyê ne. Ev jî ji xwarina têrgost, têrdon û kêm keskatiyê têt. Liv û tevgera lassaxiyê jî, ji xwe pir kêm e. Xwarina ku ji bo kesekî serwîs dikin bi rihetî têra sê kesan dike. Bi rastî mirov ji sêyan yekê xwarina xwe dixwe û ya mayî jî diçe zibil û gilêsê (sergo, çop) û heyfa min gelek pê hat û ez her wê gavê zarokên birçî yên Amed û Êlihê ku li ser sergoyan xwarinê berhev dikin, hat bîra min.

Xwarineka pirr bi tahm li asxaneyaka Hewlerê ku zikê deh kesan têr dike, ji bo du (!) kesan dihênin! Îsraf û nankoriyek wisan mazin li hevberî çêj û xurakê, li ciyekî dinê cîhanê qet ne hatiye dîtin!
Di vê babetê de rola masmediya kurdî divêt zêde be ku li ser van tistan binivîsin. Bo nimûne di gel xwedanê resturangê biaxivin ku porsiyonên xwe kemtir bikin û hindek bihayê xwarinê jî kêmtir bikin. Ez bawer dikim ku wê xizmeteka hêja be. Ji ber ku di demek da ku cihan ber bi xela û birçîbûnê ve diçe, pêkhanîna karekî weha pir pêdivî û pîroz e.


Sêvên Berwariya ku mixabin li erdê dimînin û tev dirizin
TRAFÎK
Li Kurdistanê ji tixûbê (heddê) xwe zêdetir otomobîl hene ku ev yek jî dibe egera kaosê li hindek cih û deveran. Her çend çûn û hatina trafikê di nav bajarî de bastir bûbe jî, lê dîsan kêm e. Rêkên dervayê bajaran xirab in, ji ber çûn û hatina otomobîlên bargiran, çalên mazin di riyan de çê bûne. Agehdariyên ku divên li ser lewhên rê hebin hema bêje ji bin ve nîn in. Em ji Hewlêrê çûn Silêmaniyê û Dihokê, lê me di rêda qet lewhekî ne dît ku em zanibin ka çend km rê maye. Me ji sofêrê xwe pirs dikir wî texmina xwe li gora demjimêran digotin. Dihok û Hewlêr li dora 3 demjimêra ye. Lê tu nizanî ka çend km dûr e!!


Du xwendevanên keç li gundê Edinê l'devera Berwarî, ku hozanên Xanî û Cizirî jiber dixwînin


REWSA KURDÊN ÊZDÎ
Kurdên Êzîdî azadiyeka wan ya kertî (nisbî) heye li Kurdistanê heger mirov pivanekê di navbera nûke û dema Seddam Huseynî de bike. Ta niha jî kurdên musulman bi çavekî nizim berê xwe didin kurdên Êzdî. Bazirganî di gel wan pir kêm e. Yekê musulman pirr bêgav (mecbûr) ne be naçe li resturangeka kurdekî Êzdî xwarinê naxwe! Bi taybetî pistê rûdana revandina keçika kurda musulman ji layê xortê Êzdî ve, pileya tirsê di nav Êzdiyan de pirtir kiriye. Lê niha desthilata Kurdistanê giringiyekê dide ser mesela îdarekirin û birêvebirina devera Êzdiyan ku kesekî yasazan li deverê xebatê dike.
Teyar Germavî ku pêsmergê soresa gulane li deverê xebateka gelek hêja dimesîne. Teyar Germavî li zankoya Dihokê besa yasayî xwendina xwe temam kiriye û berê vî karê jî berpirsê Wezareta Rêkxirawa Mafê Mirovan li Dihokê bû. Teyar pêzanînên (tecrûbên) wî ji dema soresê tê û niha li deverekî gelek nasik (xessas) kar dike û devera wî ji sê olên cuda, Êzdî, Mesîhî û Musulmanan pêk têt. Li gor bîr û baweriya min Mesîhiyên Kurdistanê maf û azadiya wan û pêçêbûnên wan ku Hukmeta Herêmê pêskêsê wan kiriye ji ya kurdên Êzdî pirtir e.

Mesîhiyên Elqûsê

REWSA COTKARAN
Î sal rewsa cotkarên Kurdistanê ji ber kêmavî û hiskîtiyê xirabtir e li gor salên berê. Dexil, genim û ceh hema bêje qet ne bû. Lê ya ji hemuyan kembaxtir ew e, ku cotkar çi mifayê ji berhemên xwe nagrin. Tu li sûka meywe û sebzeyan (keskatiyê) dinêrî, ku ji sedî 80-90 wan ji derve ne. Sebz û mêwên ji Sûriye, Îran û Tirkiyê di giraniyê de ne.
Em çûn devera Berwariya ji bihna sêv û biyokan mirov mest dibûn. Pirr mixabin, ku berhemê wan li bin daran diriziyan pûç dibûn û ne dikarîn qet faydeyekê jê bikin. Kalîte û tama sêvê Berwarî li ser bextê min ji ya sêvên dî, gelek xwestir e. Heta min çend sêv anîn Swêdê jî û zarokên min jî xwarin her yekser tahma wan ji yên dî cuda dikirin. Min pirsiyar kir bo çi hûn sêvê xwe na firosin û li bin daran we kom kiriye? Bersiv ma kî dê bikire. Fêkî hemî ji derve têt û gelek giran e jî lê yê me kes çi pate pê na ke. Hukumet jî na stîne û em perîsan bûne. Gotinek heye ku dibêjin ”giyayê hewsê tahl e.”
Bi rastî Hukmeta Kurdistanê texsîrîkî gelek mezin dike û heta xedreke mezin li cotkarên Kurdistanê dike. Ez hêvîdar im ku Wezareta çandinê dest bavêjê rewsa cotkaran, ku cotkar karibin ji berhemên xwe sûd werbigirin.
ZIMAN
Wek têt zanîn di vê salê de kêseya diyalekta Kurmanci û Soranî zêde bûye. Bi taybetî jî di warê perwerdeyê de. Li Dihokê min ji cend mamostan pirs kir ka rews çewa ye. Mamostan bersiv dan ku heta xwendina seretayî û navendî kêse tune, lê dema ku xwendevan lîseyê hew (xilas) dikin û dikevin ezmûna zankoyê, wê demê zehmetiyeka mezin derdikeve pêsberî xwendevanan, ku nikarin pileyeka bas bi dest bixin bi taybetî li devera Behdînan. Ji ber ku ezmûn û pirsên ezmûnê hemî bi Soranî ne. Xwendevan ji Soranî bas tê na gehîje û mamosteyê ku ezmûna xwendevanî dixwîne, rast dike û pûan didê ew jî bi Kurmancî bas ni zane ka xwendevan çewa bersiva xwe daye. Li vir xedrekî mezin li xwendevanan dibe, lewra pileya ezmûnê ya bidest ve înanê li gor deverên din kêmtir dibe.
Min li devera Hewlêr û Silêmaniyê ji maosteyên Zankoyan pirsî; ka dîtina wan ya ferzrkirina zaravê Soranî li ser devera Behdînan çi ye? Wan got mesele kêseyeka siyasî ye, heger siyasî ne be çareserkirina wê hêsan e. Heger xwendina seretayî û navendî bi Behdînî be bo çi lîse û xwendina bilind ne bi Kurmancî be.

Rizgar Kêsteyî, Pêsmergê Soresa Gulanê li Amêdiyê

Li Zankoya Dihokê cîgirê Zankoyê Dawid Etrûsî suhbetek di gel me kir ku li Norweçê du zaravên sereke hene û herdu jî resmî ne di perwerde û hemî cihên fermî de û çi asteng jî dernakevin. Vêja bo çi em ni karin kêseya xwe wek Norweçiyan çareser bikin.
ÇAPEMENÎ Û MASMEDIYA
Heskirina xwendinê di nav milletî, bi taybetî di nav xwendevan û rewsemnîran de pirtir bûye. Di seredana xwe ya wesanxane û Çapxaneyên Kurdî de me vê yekê dîtin. Bi taybetî li Hewlêrê dezgeha Aras çapxaneyeka gelek modern e ku di astê Ewrûpa de dixebite. Bi dehan karker di wesanxane û çapxaneyê de kar dikin.
Li Dihokê jî wesanxana Sipîrêz di asteka modernda ye. Mixabin li Silêmaniyê delîve bo me çênebû ku em wesanxanên wê derê bibînin.
Min ji rojnamefirosan pirsyar kir ka gelo kîjan rojname pirtir têne firotin? Hevwelatî û Awênê di serê rêzê da bûn. Li her sê parêzgehên Kurdistanê bi dehan kanalên TV û radyoyê hene ku 24 demjimêr wesanê dikin. Muzîka ku pirtir têt guhdarîkirin ji dengê hunermendê Kurdên bakur in ku stranên Zazakî jî di navde ye.
BAZIRGANÊN KURD
Bi rastî ji bo min pirr zehmet e ku ez bawer bikim ku bazirganên kurd yên millî henbin. Ez bawer dikim ku bi dehan bazirganên kurd hene ku sermayeka gelek zêde di destê wan de heye. Lê mixabin aqilê wan û mejiyê wan di berîka wan de ye. Xerciyên her qesreka ku li Dihokê hatiye avakirin dikarin fabrîkeyeka picûk pê ava bikin û berhemê wê faydeyê bigehîne hemû gelê Kurdistanê. Lê mixabin ticaret û bazirganiya wan ya berîkê ye. Dixwazin rojane malê xwe bifrosin û zû qezencê bikin. Min ji nasekî pirs kir bo çi we hinde pare heye û hûn palûkeyek (fabrîqeyek) çê na kin û hûn bi tistên beredayî ketine? Bersiv ev e bû: ’Ji bo çi ez ê Nêçirvan Barzanî bikim serîkê xwe û nîvê fayda xwe di gel vî par bikim? Hema weha bo min bastir e û ez pirtir faydê dikim.’ Ev e gotinê wî ne vêca li ser bextê wî..

Dêrelûkê, geliyê pistê baregeha PKK'ê ya li Zapê ye

JÎNGEH Û XERAKIRINA JÎNGEHÊ
Heta niha ez li gelek welat û kisweran geriya me û min sirûstên ciwaniya welatan diye. Bi rastî kêm welat hene ku bi ciwaniya xwe bigehîjin sirûsta Kurdistanê. Lê mixabin mirovên me hinde neyarê sirûstê ne, ku ev çend ne neyarê neyarên xwe ne. Bas têt bira min û çi car jî ji bîra min na çe. Hîna du salên min li Swêdê qediya bû. Komela me ya Kurdî di gel ya Japonî, Yunanî û hindek komelên din, di gel rêxistineka Swêdî em çûbûn daristanê da ku em sirûst, giya û dar û berên Swêdê nas bikin. Em li çolekê nav daristanê rawestiyan û me firavîn xwar. Di gel me çend hêkên kelandî hebûn û min hêka xwe qesart û kevlên wê jî havêt erdê. Lê mamosta me gelek xemgîn bû got çênabe em jîngehê gemar bikin, ji kerema xwe bila her kes zibla xwe bike vî kîsî! Pasê min got mamoste ma ev e çol e çi zirara vê digehîje jîngehê? Wê got gelek digehîjê. Jîngeh gemar dibe. Divêt ku em wek nav mala xwe berê xwe bidin jîngehê. Min got mamoste bibûre.
Dema ku ez ji nav bajarê Hewlêr, Dihok, Silêmaniyê derketim bi rastî dîmeneke gelek kirêt ket pêsçavên min. Min digot qey hima hemî dever, herdu layên papûran zibilxane ne. Ji sûsên plasîk yên avê bigre hima hemî cih wek ser sergo zibil û gilês e.
Em çûn nehiya Elqûsê hevalekî pêsmergê herdû soresan Ebû Leyla bûye berpirsê Jîngehê. Min got Ebû Leyla malxirab ev e çi ye hûn di nav gilêsê de dijîn? Got welleh rast e, lê em dê kampanyeka paqijiyê dest pê bikin.
Di salên 1981’ê de li her nizar û lateka Kurdistanê dengê qubquba kewa dihatin, lê min vê care ev deng ne dît. Min ji gundiyekî Berwarî pirsî bo çi? Got ji ber pezê ereban ku li vir in loma. Pez hêlîna kewan xira dike loma kew nikarin çelekewan bifirînin.
KOMPANIYÊN JI BAKURÊ KURDISTANÊ
Jji vir çend sal berê bi sedan sîrketên kurdên bakûr berê xwe dabûn basûr û ji xwe re wek hêvî û serkaniyeka jiyanê didîtin. Heta ku Seddam li ser desthilatê bûn rewsa Kurdên basûr ji ber bazirganiya benzîn û mazotê, cigare, çay û kel û pelên din gelek bas bû. Helbet berê ku hukmeta AKP bê desthilatê mafya tirkan jî di destê Mehmet Agar û tîpa wî da bûn û qaçaxçitî pirr dibûn û besek ji vê qaçaxçitiyê digehîtin xelqê deverê. Lê di van salên dawiyê de ji deh sîrketan yek maye û ew jî ji jiyana xwe ne memnûn e û ji destê wî bê wê bireve. Ji xwe bi dehan sîrketan sextekarî kirine û polîsê Kurdistanê li wan digere. Helbet sedemên vê gelek in çima dev ji kar ber didin û diçin? Lê egera serekî ev e ku her kesê zirar kir û dev ji karê xwe berdan. Vê gavê çend sîrketên mezin yên ku peywendiyên wan di asteka bilind de bi hukmetê re hebin, ew mane û yên ku karê wan temam jî dibe, pirr zehmet e ku careka din kar werbigire.


Dagera (remz, sîmbol) fasîstên Hitler SS jî li ser dîwarên zankoya Silêmaniyê
JIYANA CIVAKÎ YA GEL
Heger mirov pîvanekê bike di navbera salên 1991 û heta niha de wek erd û ezman ferq heye. Ya ji hemiyan giringtir zikê milletê têr e. Di seredana xwe ya yekem û duyemîn de min li kolanan mirovên hejar ku destê xwe vedikirin û parsê dikirin gelek dîtin. Lê vê carê min kesek parsek ne dît. Li resturangan gelek kes hene, ku bi malbatî tên asxanan xwarinê dixwin û pêwîstî na bînin ku li malê xwarinê bo xwe yan jî bo mêvanên xwe çêkin. Ev e jî nîsana dewlemendiya civaka Kurdistanê ye.
Di destpêka sala 1991 de li kolanan, li bazar û çarsiyê takekes jin hebûn ku ew jî bi çarsefa res li kolana digeriyan. Vê carê hejimara jinên li nav bajarî zêdetir bûn û keçên ciwan servekirî jî bi dehan mirov rastê wan dihatin. Helbet ev ji bo Hewlêr û Dihokê ye. Li Silêmaniyê sala 1991 ê jî mirov hejimareka zêde jinên servekirî didît.
Li kurdistanê kesek feqîr hema bêje nîn e. Bi rasti min li gelek deveran ji sofêrê taksiyan pirsyar kir, ka kêmasiyên civatê çi ne, ka wan çi divêt? Bersiv ev bû ku digot: Elhemdulillah me her tist heye, azadî heye, tirs nîn e û em ne birsî ne.


Tiriyê Kurdistanê ya demsala payizê

TEKNÎKA PÊWENDIYÊ - KOMUNÎKASYON
Ta 4 sal berê jî zehmet bû ku tu bi telefona xwe ya destî mirov ji bajarê Dihokê telefonê bo Silêmaniyê bikira. Hejimareka kêm xetên derve yên mobaîl hebûn. Heger tu halxwes yan mesûlek ne ba te ne dikarî xeteka derve bo xwe peyda bikira. Lê niha kêseya telefonên navxweyî û daxilî çareser bûye. Bi taybetî xeta Korek û ya Asya gelek hêsan kar dikin. Heger tu ji derve jî biçi tu dikari xeta telefona xwe ya derve bi kar bînî. Tele2 Comviq li basûrê Kurdistanê kar dike û tu bi hêsanî dikarî, bi kar bihênî. Herweha abonetiya telefonan jî gelek herzan e.

Dîmenek ji xurakên Kurdistanê

EWLEKARÎ
Ewlekariya Kurdistanê çi qusur têda tune ye. Berê li xalên kontrolê zêdetir mirov radiwestiyan û zehmetî derdiketin. Niha kontrol kêm bûye û îstîxbarat bi hêztir bûye. Kesên ku di nuqtên ewlekariyê de kar dikin, sehrezayiya wan pirtir bûye, ew otomobîlên ku diçin û tên bi hêsanî nas dikin ka ew çi kes in. Bo nimûne em 4 kes di otomobîlê de bûn yekser ji kurdekî bakur re got ka ji kerema xwe nasnama xwe derxe. Lê ji yên din daxwazek weha ne kir. Mirov fêm dike ku di warê ewlekariyê de cihê xwe zexm kirine. Helbet hejimareka zor ji xelqê Kurdistanê bi karê ewlekariyê radibe, mûçê xwe ji karê ewlekariyê digire. Lê ji hemûyan girîngtir jî gelê Kurdistanê alîkariya hêza ewlekariyê dike ku ji hemû tistî girîngtir e.

Tankên Seddam di serê Kopê de bûne malê muzexaneyê

DEWLET Û BAC
Çewa ku ji bo her partiyekî hatina sereke heqê endametiya abori be, ji bo dewletekî jî bac xala sereke ye. Heger ku desthilatdariya basûr xwe wek dethilat bihesibîne divêt bac hebe. Mixabin min ji kê pirs kir kesê ne got ku em bacê didin hukmetê. Kêmasiya hukmeta Kurdistanê ya sereke eve ye ku heta niha texsîriyeka mezin kiriye. Bi dîtina min divêt hukmet karê bacê ji xwe re bike karekî fer. Ta ku dinarek ji wan bigre divêt ji dêlva wî ve 2 dînaran bide wî kesê ku baca xwe dide. Bo nimûne heqê av û elktrîkê nîn e. Divêt ku dewlet tistekî sembolîk be jî werbigire. Ta heyvê 5 dînar bejî divêt bigre hukmet bi xwe di cihê 5 dînarî de alîkariyeka din bide milletî. Xwediyê resturanga kurdê bakur gote min ku ew qet kurisek jî bacê nade hukmetê heta heqê av û eletrîkê jî. Lewra li vir ji Tirkiyê gelek bastir e ji bo me.

Baregeha leskerê tirk li Bamernê

HÊVIYÊN MILLETÊ JI HUKUMETÊ
Min rojhilatê Kurdistanê ne diye, lê li parçeyên din yên Kurdistanê rihê kar û xebatê di nav gel de, ji basûr pirr bi hêztir e. Di dema soresa ciya de xelq pirtir berhemkar bûn, di gel ku derfetên wan li gor îro gelek kêm bûn. Helbet ev yek vedigere dema desthilatdariya Seddamî ku bûye kultur li dev milletê Iraqê. Her fêrê xwarinê bûye, afrenêr ne bûye. Niha jî gelê kurd li basûr heviya wî hukmeta Kurdistanê ye. Li bendê ne ku hemû tist Hukmeta Kurdistanê bo wan bike. Ev dewlemendiya ku niha li basûr li nav gel heye, reng e li Swêdê jî ne be. Lê mixabin kêrê tiskî nayên pirr xwelî ser in. Gazindên milletê pirtir ji Hukmeta Kurdistanê jî ji vê yekê têt. Ji ber ku heta niha her tist hukmetê ji wan re dikir. Heger 10 dewlemendên Kurdistanê xwe bidin hev wê karibin mezintirîn palûkeyek li Kurdistanê ava bikin û dê di demeka kurt de deverê bi xwe ve girê bide û xwedan bike û dê kurd pê xenî bibin.
Kêmasî û texsîriya Hukmeta Kurdistanê ev e ku milletê fîtê (teswîk) kar na ke, ev yek jî dibe egera tiraliyê di nav civakê de.



Xaka Kurdistanê bombeyên tirkan derbas na kin! Pira li ser Avasînê
GENDELÎ
Li ser gendeliyê jî min ji çend kesan pirsî ka rastiya wê çi ye. Hema bêje her kesê digot ’heye’, lê dema ku yên dikin memnûn bin û yên dixwin memnûn bin, wê demê zehmet e mirov pêsiyê lê bigre, ji ber ku ev ketiye nav xwîna me.
GELÊ KURD JI PARTIYÊN XWE PIRTIR NÊZÎKÊ HEV IN
Dî dîroka kurdan de jî wek gelek welatên dunyayê rûpelên res hene ku ketine dîroka wan. Ya kurda jî rûpelên res yên birakujiyê dem dem birînên xedar vekirine û ez bawer na kim ku çi kes sanaziyê bi vê bike, ji bilî sermezariyê. Tistê ku min dît di nav milletî de heskirina gel ji ya partiyan pirtir nêzîkê hev in. Bi taybetî çûn û hatina kesên ku diçin dikevin nav axa Kurdistanê di warê kontrolkirina paseportan de zehmetî derdixin, dan û standineka nebas dikin. Ji vir çend sal berê muameleya karmendên Tirkan li hevber welatiyên kurd di kontrola deriyê Xabûrê de gelek nebas bû û ya kurdan gelek bi rêk û pêk û qedirgirtî bû ji bo kesên ku diçûn û dihatin. Lê niha tirkan helwêsta xwe nermtir û bastir kiriye û ya kurdan hisktir û xirabtir bûye. Ta car û bar karmendên gumrigê dan û standinên kêfî dikin bi taybetî di gel kurdên bakur û basûrê rojava û asta zanîna wan kêm e, ta ni zanin ka Qmislû yan Qurtelan ser bi kîja welatî ve girêdayî ye.


Min suhbetekî di gel kurdekî li devera Sêxanê kir û ji min re got ku hêviya min ya Kurdistana mezin pir bilind e û ez ji hemû kurdan û partiyan hez dikim. Wellehî dema ku Apo hat girtin min sê roj nan nexwar ji kerba, di gel ku PKK du pismamê min jî kustiye, di ser hindêre jî dîsan dilê min bi wî gelek êsiya. Ev e nimûnekî bû ku min behs kir. Lê di nav milletê de hest û bîra netewî û Kurdistaneka mezin di nav milletê de ji ya partiyên kurd zêdetir e.

Li ser gora nemir TEHSÎN TEHA. Li ser kevrê ber serî welê hatiye nivîsîn: 'Xwedê Jê Razî Hunermend Tehsîn Teha'

TÊBÎNÎ/ SERINC/ JÊRENOT:
Di dawiyê de min divêt bêjim ku di seredaneka kurt de mirov ni kare zanyariyên tam rast bi dest xwe bixe, lê ev dîtina min ya kesane (sexsî) ye ku min ji taxên civakê yên cuda cuda pirsî û ez li nav gund û bajaran tev geriyam ku ev dîtin li nig min peyda bûn.
30.12.2008
HECÎ KARDOXÎ









SAZENDEYA (weqfa) PIRTÛKXANE & MUZEXANEYA KURDÎ
www.kurdishlibrarymuseum.org | www.kurdishbookbank.org
+46 70 791 36 06
+46 8 33 12 29







Reply Reply to all Forward


Your message has been sent.


hasan balikani to palekurd
show details 10:29 PM (2 minutes ago) Reply


Images are not displayed.
Display images below - Always display images from hasan.balikani@gmail.com
- Show quoted text -



---------- Forwarded message ----------
From: FOUNDATION FOR KURDISH LIBRARY & MUSEUM
Date: 2009/2/6
Subject: GEŞTNAMEYA TAYBET A HECÎ KARDOXÎ
To: goran@kurdishdigitallibrary.com



Ji bo weşandinê:
GEŞTNAMEYA TAYBET A HECÎ KARDOXÎ:
http://www.kurdishbookbank.org/hecikardoxi.htm


PIRSGIRÊKÊN CIVAKA KURD
Û PÊSKETINÊN LI BASÛRÊ KURDISTANÊ



Sêxê Êzdiyan li Sêxanê û du feqiyên Kurdistanê

Ez bawer dikim, ku gelek ji me kurdan, em xwedî daxwaz û heskirina çûna Kurdistana azad in. Vêca çend ji kê be, wê li gor keys û derfetên xwe, bixwaze here Kurdistanê. Ji bo min ji her tistî girîngtir seredana zaro û xortên kurd e, ku biçin welatê xwe bibînin û hest û daxwaza xwe ya nasnameya xwe bi hêztir bikin. Lewra ji bo min di pileya yekem de ez ê bixwazim ku zarokên xwe jî carekê bibim Kurdistanê, da ew bi xwe bibînin ka besek ji welatê wan çewa bi rê ve diçe, îdarekirina welat bi her rengî ve, bi taybetî di warê perwerde û leskerî ve ku dê hest û baweriyeka berdewamî (muqîm) bide wan. Ji ber ku seredana wan ta niha bo bakurê Kurdistanê bûye û ji bilî polîs û jendirmên tirk, tu kesekî din ne dîne. Helbet wê ji bo wan lesker, polîs yan dersbêjekî ku bi kurdî bipeyîve dê cihê balkêsê be.


Teyar Germavî hêvî û baweriyeka mazin dide êzdî, mesîhî,
k ildanî û musulmanên deverê

Di dema seredana xwe ya vê carê de, seredana min bo basûrê Kurdistanê di gel komeka hevalên wergêr (mutercum) bi serperestiya TÖI ji Enstituya Wergeran ya Zankoya Stocholmê ku me seredaneka resmî pêk hanî. Em di vê seredana xwe de bûn mêvanê zankoyên Kurdistanê li bajarê Silêmanî, Hewlêr û Dihokê. Hejayê gotinê ye ku mirov bêje, ev grûba wergêrên kurd amadekariya Ferhengokeka Termînolijî ya Swêdî û Kurdî dikin. Seredan ji ber vê yekê bû.
Enstituya wergeran ta niha bi gelek zimanan ferhengokên weha amade kirine û niha jî bi kurdî amadekariya ferhengoka dike.
Di gesta (sefera) xwe de, me seredana gelek dever, dam û dezgeyên fermî kir ku bi kar û barê me ve girêdayî bûn. Bo nimûne; hemû kolejên ziman ku bi zankoyên Kurdistanê ve girêdayî ne, Nexwesxaneya Hewlerê Besê Nistergeriyê, Korî Zanyarî Kurdî, di gel yasazan, Bizîskên Kurd, Yekîtiya Nivîskarên Kurd û hwd..
Di van dan û sandinan de me çend semîner jî pêk hanîn û me gelek sûd ji wan wergirt û Wezareta Xwendinê ya bilind biryar girt ku komîteyek bê danîn û ev komîte berdewam be li ser peywendiyan di navbera Kurdistanê û derva de.
Ez dê li vir zêdetir li ser serdana xwe ya fermî ranewestim, lê tistên ku ji bo min cihê balkêsiyê bû, ku di van salên dawiyê de, li basûr guhertin û pêsketin çêbûne.
Her çend seredaneka kurt be jî ez disiyam hindek tistan bibînim ku ji bo min balkês bûn.
Heger ez salên xwe yên 1981-87 ne jimêrim ji ber ku wê demê Seddam li ser desthilatê bû. Cara yekê pistê raperînê, ez li sala 1992'yê çûm Kurdistanê. Wê demê bas têt bîra min ku li asxaneyên Kurdistanê nan tunebû meriv bixwara. Nan û xwarina ku hebûn jî paqij nebûn û meriv newêrî bû ku bi dilekî rehet wan xwurakan bixwe.
Cara duyem ku ez 2004 an de çûm Kurdistanê mirov guhertinek ber bi çav di nav bajar de didit, xwurak bêhtir bûbû, jimara hotêlan bêhtir bûbûn, otomobîlên luks, paqijiya nav bajarî û aloziya trafîkê, kesên parsek ku li ser papûran (cadde) destê xwe vedikirin ji bo alîkariyê, dibistanên nivxirabeyî û bêser û ber, mamosteyên ji xwe nebawer, avakirina hin sendîqe û rêxistinên medenî û mirovî, reveberiya partiyên Kurdistanê di serî de PDK û YNK û yên din û tistên weha…
PÊSKETINÊN BERBIÇAV
Tistê ku bala mirov diksîne di rêza serî de otêl û asxaneyên luks in. Navendên kirîn û firotinê jî yên luks vebûne. Mirov dikare van cihan di asta refên navnetewî de bijmêre. Avahî jî li gelek cihan çêbûne lê kalîta wan gelek ne bas in. Hindek sîrketan karê xwe bas çêkirine, bi taybetî yên ku ne hukmî ne. Hindekan jî karê xwe suxre kirine û qelpiya wan diyar dibe dema ku meriv dikeve nav avahiyê.
SILÊMANÎ
Dema ku em çûn Silêmaniyê ji ber rewsa hewayê, barana dijwar keysa me çênebû ku em hind cihên xwes ku hatibin çêkirin bibînin. Lê di hindek besên Zankoya Silêmaniyê de cihên xwes vebûne. Astê xwendinê her çend bas ne be jî, li gor salên berê bastir bûye.
Di dema seredana xwe de min ji çend xwendevanan pirsyar kir; aya astê xwendinê çewa ye? Xwendevanan bersiv dan ku di warê ziman de xwendin gelek ne bas e ji ber ku piraniya mamostên me ereb in û em jî bi erebî bas ni zanin, herweha inglîziya me jî hinde ne bas e, ku têra xwendin û dersan bike. Zimanê me yê herî bas kurdî ye û mamostên me jî bas bi kurdî ni zanin.
AZADÎ
Azadiyeka pirtir û hemereng li Silêmaniyê hat ber çavên min. Gelek dirûsmên hemereng hatibûn nivîsandin, lê hindek ji wan bo min balkês bûn. Min dît ku dirûsmên PKK û nîsana Hitler SS jî li ser dîwarên zankoya Silêmaniyê bûn.


Rektorê Nexwesxaneya Hewlêrê di gel Dr. Kurd

HEWLÊR
Bajarê Hewlêrê bi pêsketina xwe diyar dike ku paytext e. Gelek cihên xwes û ciwan çê bûne. Deverên ku nuh çê bûne û bi serê xwe ne gelek ciwan xuya dikin. Lê hindek dever hene, ku nû jî çê bûne lê derdora wan avahiyên kevn in û xemla wan bi hemî ve diguherîne.


Dîmenek gistî ji bajarê kevin ê Hewlerê

Gelek parkên ciwan hatine avakirin, hotêl û resturang jî bêhtir bûne. Gelek ji asxaneyên luks ji aliyê Kurdên bakur ve hatine avakirin. Bi taybetî Diyarbekirî û Batmanî. Her çend li nig me ew kurdên bakur bin jî, lê dîsan li wan wan 'restûrangên tirka' yan jî 'kurdê tirkan' dibînin.
Di suhbeteka xwe de, di gel kurdekî Diyarbekirê min gelek gazinde guhdarî kir ku ji bo wan gelek zehmetî derdixin ji aliyê dezgehên hukmî ve. Bo nimûne dema dirêjkirina rûnistina wan ya karî. Garsonek bi navê A.A digot eger ji mecbûrî nebe ez rojek jî li vir na mînim. Min got çima bira? Wele ji her alî ve, ew em wekî xerîb dijmêrin û ew jî bi me re wek xerîb, ne wek Kurd didin û distînin. Hem ji aliyê dezgehên hukmî ve û hem jî ji aliyê xelqê ve.


Dr.Shefik Qezzaz, serokê Akedemiya Kurdî û Resît Findî
DIHOK
Li Dihokê jî pêsketinên berbiçav çêbûne. Li vir jî hotêl û resturang di serî de tên. Sûk û bazar ji herdemekê pirtir zindîtir dihat xuyakirin. Aloziya (kirîza) aboriya cîhanê wesa xuya dikir ku hîkariyeke (tesîrekê) li ser kar û jiyana wan ne kiriye. Kel û pelên dikanan ji sedî not û neh berhemên biyaniyan e. Di serî de yên Tirkiye û Îran..

Xwendevanê Bakurî li Kolêja Ziman li Dihokê

Li Dihokê cihê herî xwes ku kêfa min pê hat Navenda Rewsenbêrî ya Dihokê bû. Reng e cihekî weha luks li Stockholmê jî nebe.
KARKERÊN BIYANÎ
Cihê balkêsiyê bû ku di gelek deverên kar û bazaran de biyanî kar dikin. Bi taybetî di otêl û asxanan de. Li balafirxaneya Hewlêrê jî hejimara kesên biyanî gelek in. Min pirsyar kir bo çi hinde biyanî kar dikin? Bersiv ev e bû ku kesek naxwaze kar bike. Helbet ev e ji aliyek dinve nîsana pêsketina wî welatî jî dide xuyakirin, ku kar heye û pêwîstî bi karkeran jî heye. Lê bi ya min hizr û bîra derebegatiyê ye ku naxwazin di karê kesek din de kar bikin.


Prof Dr. Nizar Mihemed, cîgire zankoya Silêmanî

AVA JIYANÊ
Berê niha tu biçuya kijan resturangê te yê ava Heyatê bidiya. Lê niha cihkî ji bo ava pakij jî li ser rêya Hewlêr û Dihokê bi navê Jiyan hatiye avakirin. Her çend tahma wê wekî avên dî xwes ne be jî dîsan, mirov hez dike ku ava jiyanê vexwe, ne ku avên din, ji ber ku berhemeka netewî ye.
Di suhbeteka xwe de di gel yaridederê Zankoya Silêmaniyê Nizar Mihemdî wek henek min got, mamoste min bawer dikir, ku bi tenê li vî welatî zarok tên cêkirin, lê va ye xuya dike, ku hûn ava vexwarinê jî çê dikin. Keniya û got belê pêsketin heye.
Reqabeta hotêl û resturangan weha kiriye ku nirxê razan û xwarinê kêmtir bibe. Lê dîsan jî eger mirov pîvanekê bike li gor Swêdê ji vir nirxa tistan girantir e. Bo nimûne otêlek 3 stêr seva wê 60-65 dolarî ye. Li Swêdê 35-40 dolarî ye. Xwarinek li asxaneyeka nîv klas 15 hezar dînarî kêmtir nine ku dike 13 dolar, dike 105 kronê swêd.
MUSRÎFIYA XWARINÊ
Xwarina ku davêjin zibil û gilêsê têra zarokên bircî yên Diyarbekir, Batman û hemû zarokên basûrê Kurdistanê dike.
Dema mirov li kurdên basûr dinêre mirov qelewiya wan, kiloyê wan yê giran li ber çavan dibine. Ji sedî 80 mirovên wan xwedî nexwesiya qelewiyê ne. Ev jî ji xwarina têrgost, têrdon û kêm keskatiyê têt. Liv û tevgera lassaxiyê jî, ji xwe pir kêm e. Xwarina ku ji bo kesekî serwîs dikin bi rihetî têra sê kesan dike. Bi rastî mirov ji sêyan yekê xwarina xwe dixwe û ya mayî jî diçe zibil û gilêsê (sergo, çop) û heyfa min gelek pê hat û ez her wê gavê zarokên birçî yên Amed û Êlihê ku li ser sergoyan xwarinê berhev dikin, hat bîra min.

Xwarineka pirr bi tahm li asxaneyaka Hewlerê ku zikê deh kesan têr dike, ji bo du (!) kesan dihênin! Îsraf û nankoriyek wisan mazin li hevberî çêj û xurakê, li ciyekî dinê cîhanê qet ne hatiye dîtin!
Di vê babetê de rola masmediya kurdî divêt zêde be ku li ser van tistan binivîsin. Bo nimûne di gel xwedanê resturangê biaxivin ku porsiyonên xwe kemtir bikin û hindek bihayê xwarinê jî kêmtir bikin. Ez bawer dikim ku wê xizmeteka hêja be. Ji ber ku di demek da ku cihan ber bi xela û birçîbûnê ve diçe, pêkhanîna karekî weha pir pêdivî û pîroz e.


Sêvên Berwariya ku mixabin li erdê dimînin û tev dirizin
TRAFÎK
Li Kurdistanê ji tixûbê (heddê) xwe zêdetir otomobîl hene ku ev yek jî dibe egera kaosê li hindek cih û deveran. Her çend çûn û hatina trafikê di nav bajarî de bastir bûbe jî, lê dîsan kêm e. Rêkên dervayê bajaran xirab in, ji ber çûn û hatina otomobîlên bargiran, çalên mazin di riyan de çê bûne. Agehdariyên ku divên li ser lewhên rê hebin hema bêje ji bin ve nîn in. Em ji Hewlêrê çûn Silêmaniyê û Dihokê, lê me di rêda qet lewhekî ne dît ku em zanibin ka çend km rê maye. Me ji sofêrê xwe pirs dikir wî texmina xwe li gora demjimêran digotin. Dihok û Hewlêr li dora 3 demjimêra ye. Lê tu nizanî ka çend km dûr e!!


Du xwendevanên keç li gundê Edinê l'devera Berwarî, ku hozanên Xanî û Cizirî jiber dixwînin


REWSA KURDÊN ÊZDÎ
Kurdên Êzîdî azadiyeka wan ya kertî (nisbî) heye li Kurdistanê heger mirov pivanekê di navbera nûke û dema Seddam Huseynî de bike. Ta niha jî kurdên musulman bi çavekî nizim berê xwe didin kurdên Êzdî. Bazirganî di gel wan pir kêm e. Yekê musulman pirr bêgav (mecbûr) ne be naçe li resturangeka kurdekî Êzdî xwarinê naxwe! Bi taybetî pistê rûdana revandina keçika kurda musulman ji layê xortê Êzdî ve, pileya tirsê di nav Êzdiyan de pirtir kiriye. Lê niha desthilata Kurdistanê giringiyekê dide ser mesela îdarekirin û birêvebirina devera Êzdiyan ku kesekî yasazan li deverê xebatê dike.
Teyar Germavî ku pêsmergê soresa gulane li deverê xebateka gelek hêja dimesîne. Teyar Germavî li zankoya Dihokê besa yasayî xwendina xwe temam kiriye û berê vî karê jî berpirsê Wezareta Rêkxirawa Mafê Mirovan li Dihokê bû. Teyar pêzanînên (tecrûbên) wî ji dema soresê tê û niha li deverekî gelek nasik (xessas) kar dike û devera wî ji sê olên cuda, Êzdî, Mesîhî û Musulmanan pêk têt. Li gor bîr û baweriya min Mesîhiyên Kurdistanê maf û azadiya wan û pêçêbûnên wan ku Hukmeta Herêmê pêskêsê wan kiriye ji ya kurdên Êzdî pirtir e.

Mesîhiyên Elqûsê

REWSA COTKARAN
Î sal rewsa cotkarên Kurdistanê ji ber kêmavî û hiskîtiyê xirabtir e li gor salên berê. Dexil, genim û ceh hema bêje qet ne bû. Lê ya ji hemuyan kembaxtir ew e, ku cotkar çi mifayê ji berhemên xwe nagrin. Tu li sûka meywe û sebzeyan (keskatiyê) dinêrî, ku ji sedî 80-90 wan ji derve ne. Sebz û mêwên ji Sûriye, Îran û Tirkiyê di giraniyê de ne.
Em çûn devera Berwariya ji bihna sêv û biyokan mirov mest dibûn. Pirr mixabin, ku berhemê wan li bin daran diriziyan pûç dibûn û ne dikarîn qet faydeyekê jê bikin. Kalîte û tama sêvê Berwarî li ser bextê min ji ya sêvên dî, gelek xwestir e. Heta min çend sêv anîn Swêdê jî û zarokên min jî xwarin her yekser tahma wan ji yên dî cuda dikirin. Min pirsiyar kir bo çi hûn sêvê xwe na firosin û li bin daran we kom kiriye? Bersiv ma kî dê bikire. Fêkî hemî ji derve têt û gelek giran e jî lê yê me kes çi pate pê na ke. Hukumet jî na stîne û em perîsan bûne. Gotinek heye ku dibêjin "giyayê hewsê tahl e."
Bi rastî Hukmeta Kurdistanê texsîrîkî gelek mezin dike û heta xedreke mezin li cotkarên Kurdistanê dike. Ez hêvîdar im ku Wezareta çandinê dest bavêjê rewsa cotkaran, ku cotkar karibin ji berhemên xwe sûd werbigirin.
ZIMAN
Wek têt zanîn di vê salê de kêseya diyalekta Kurmanci û Soranî zêde bûye. Bi taybetî jî di warê perwerdeyê de. Li Dihokê min ji cend mamostan pirs kir ka rews çewa ye. Mamostan bersiv dan ku heta xwendina seretayî û navendî kêse tune, lê dema ku xwendevan lîseyê hew (xilas) dikin û dikevin ezmûna zankoyê, wê demê zehmetiyeka mezin derdikeve pêsberî xwendevanan, ku nikarin pileyeka bas bi dest bixin bi taybetî li devera Behdînan. Ji ber ku ezmûn û pirsên ezmûnê hemî bi Soranî ne. Xwendevan ji Soranî bas tê na gehîje û mamosteyê ku ezmûna xwendevanî dixwîne, rast dike û pûan didê ew jî bi Kurmancî bas ni zane ka xwendevan çewa bersiva xwe daye. Li vir xedrekî mezin li xwendevanan dibe, lewra pileya ezmûnê ya bidest ve înanê li gor deverên din kêmtir dibe.
Min li devera Hewlêr û Silêmaniyê ji maosteyên Zankoyan pirsî; ka dîtina wan ya ferzrkirina zaravê Soranî li ser devera Behdînan çi ye? Wan got mesele kêseyeka siyasî ye, heger siyasî ne be çareserkirina wê hêsan e. Heger xwendina seretayî û navendî bi Behdînî be bo çi lîse û xwendina bilind ne bi Kurmancî be.

Rizgar Kêsteyî, Pêsmergê Soresa Gulanê li Amêdiyê

Li Zankoya Dihokê cîgirê Zankoyê Dawid Etrûsî suhbetek di gel me kir ku li Norweçê du zaravên sereke hene û herdu jî resmî ne di perwerde û hemî cihên fermî de û çi asteng jî dernakevin. Vêja bo çi em ni karin kêseya xwe wek Norweçiyan çareser bikin.
ÇAPEMENÎ Û MASMEDIYA
Heskirina xwendinê di nav milletî, bi taybetî di nav xwendevan û rewsemnîran de pirtir bûye. Di seredana xwe ya wesanxane û Çapxaneyên Kurdî de me vê yekê dîtin. Bi taybetî li Hewlêrê dezgeha Aras çapxaneyeka gelek modern e ku di astê Ewrûpa de dixebite. Bi dehan karker di wesanxane û çapxaneyê de kar dikin.
Li Dihokê jî wesanxana Sipîrêz di asteka modernda ye. Mixabin li Silêmaniyê delîve bo me çênebû ku em wesanxanên wê derê bibînin.
Min ji rojnamefirosan pirsyar kir ka gelo kîjan rojname pirtir têne firotin? Hevwelatî û Awênê di serê rêzê da bûn. Li her sê parêzgehên Kurdistanê bi dehan kanalên TV û radyoyê hene ku 24 demjimêr wesanê dikin. Muzîka ku pirtir têt guhdarîkirin ji dengê hunermendê Kurdên bakur in ku stranên Zazakî jî di navde ye.
BAZIRGANÊN KURD
Bi rastî ji bo min pirr zehmet e ku ez bawer bikim ku bazirganên kurd yên millî henbin. Ez bawer dikim ku bi dehan bazirganên kurd hene ku sermayeka gelek zêde di destê wan de heye. Lê mixabin aqilê wan û mejiyê wan di berîka wan de ye. Xerciyên her qesreka ku li Dihokê hatiye avakirin dikarin fabrîkeyeka picûk pê ava bikin û berhemê wê faydeyê bigehîne hemû gelê Kurdistanê. Lê mixabin ticaret û bazirganiya wan ya berîkê ye. Dixwazin rojane malê xwe bifrosin û zû qezencê bikin. Min ji nasekî pirs kir bo çi we hinde pare heye û hûn palûkeyek (fabrîqeyek) çê na kin û hûn bi tistên beredayî ketine? Bersiv ev e bû: 'Ji bo çi ez ê Nêçirvan Barzanî bikim serîkê xwe û nîvê fayda xwe di gel vî par bikim? Hema weha bo min bastir e û ez pirtir faydê dikim.' Ev e gotinê wî ne vêca li ser bextê wî..

Dêrelûkê, geliyê pistê baregeha PKK'ê ya li Zapê ye

JÎNGEH Û XERAKIRINA JÎNGEHÊ
Heta niha ez li gelek welat û kisweran geriya me û min sirûstên ciwaniya welatan diye. Bi rastî kêm welat hene ku bi ciwaniya xwe bigehîjin sirûsta Kurdistanê. Lê mixabin mirovên me hinde neyarê sirûstê ne, ku ev çend ne neyarê neyarên xwe ne. Bas têt bira min û çi car jî ji bîra min na çe. Hîna du salên min li Swêdê qediya bû. Komela me ya Kurdî di gel ya Japonî, Yunanî û hindek komelên din, di gel rêxistineka Swêdî em çûbûn daristanê da ku em sirûst, giya û dar û berên Swêdê nas bikin. Em li çolekê nav daristanê rawestiyan û me firavîn xwar. Di gel me çend hêkên kelandî hebûn û min hêka xwe qesart û kevlên wê jî havêt erdê. Lê mamosta me gelek xemgîn bû got çênabe em jîngehê gemar bikin, ji kerema xwe bila her kes zibla xwe bike vî kîsî! Pasê min got mamoste ma ev e çol e çi zirara vê digehîje jîngehê? Wê got gelek digehîjê. Jîngeh gemar dibe. Divêt ku em wek nav mala xwe berê xwe bidin jîngehê. Min got mamoste bibûre.
Dema ku ez ji nav bajarê Hewlêr, Dihok, Silêmaniyê derketim bi rastî dîmeneke gelek kirêt ket pêsçavên min. Min digot qey hima hemî dever, herdu layên papûran zibilxane ne. Ji sûsên plasîk yên avê bigre hima hemî cih wek ser sergo zibil û gilês e.
Em çûn nehiya Elqûsê hevalekî pêsmergê herdû soresan Ebû Leyla bûye berpirsê Jîngehê. Min got Ebû Leyla malxirab ev e çi ye hûn di nav gilêsê de dijîn? Got welleh rast e, lê em dê kampanyeka paqijiyê dest pê bikin.
Di salên 1981'ê de li her nizar û lateka Kurdistanê dengê qubquba kewa dihatin, lê min vê care ev deng ne dît. Min ji gundiyekî Berwarî pirsî bo çi? Got ji ber pezê ereban ku li vir in loma. Pez hêlîna kewan xira dike loma kew nikarin çelekewan bifirînin.
KOMPANIYÊN JI BAKURÊ KURDISTANÊ
Jji vir çend sal berê bi sedan sîrketên kurdên bakûr berê xwe dabûn basûr û ji xwe re wek hêvî û serkaniyeka jiyanê didîtin. Heta ku Seddam li ser desthilatê bûn rewsa Kurdên basûr ji ber bazirganiya benzîn û mazotê, cigare, çay û kel û pelên din gelek bas bû. Helbet berê ku hukmeta AKP bê desthilatê mafya tirkan jî di destê Mehmet Agar û tîpa wî da bûn û qaçaxçitî pirr dibûn û besek ji vê qaçaxçitiyê digehîtin xelqê deverê. Lê di van salên dawiyê de ji deh sîrketan yek maye û ew jî ji jiyana xwe ne memnûn e û ji destê wî bê wê bireve. Ji xwe bi dehan sîrketan sextekarî kirine û polîsê Kurdistanê li wan digere. Helbet sedemên vê gelek in çima dev ji kar ber didin û diçin? Lê egera serekî ev e ku her kesê zirar kir û dev ji karê xwe berdan. Vê gavê çend sîrketên mezin yên ku peywendiyên wan di asteka bilind de bi hukmetê re hebin, ew mane û yên ku karê wan temam jî dibe, pirr zehmet e ku careka din kar werbigire.


Dagera (remz, sîmbol) fasîstên Hitler SS jî li ser dîwarên zankoya Silêmaniyê
JIYANA CIVAKÎ YA GEL
Heger mirov pîvanekê bike di navbera salên 1991 û heta niha de wek erd û ezman ferq heye. Ya ji hemiyan giringtir zikê milletê têr e. Di seredana xwe ya yekem û duyemîn de min li kolanan mirovên hejar ku destê xwe vedikirin û parsê dikirin gelek dîtin. Lê vê carê min kesek parsek ne dît. Li resturangan gelek kes hene, ku bi malbatî tên asxanan xwarinê dixwin û pêwîstî na bînin ku li malê xwarinê bo xwe yan jî bo mêvanên xwe çêkin. Ev e jî nîsana dewlemendiya civaka Kurdistanê ye.
Di destpêka sala 1991 de li kolanan, li bazar û çarsiyê takekes jin hebûn ku ew jî bi çarsefa res li kolana digeriyan. Vê carê hejimara jinên li nav bajarî zêdetir bûn û keçên ciwan servekirî jî bi dehan mirov rastê wan dihatin. Helbet ev ji bo Hewlêr û Dihokê ye. Li Silêmaniyê sala 1991 ê jî mirov hejimareka zêde jinên servekirî didît.
Li kurdistanê kesek feqîr hema bêje nîn e. Bi rasti min li gelek deveran ji sofêrê taksiyan pirsyar kir, ka kêmasiyên civatê çi ne, ka wan çi divêt? Bersiv ev bû ku digot: Elhemdulillah me her tist heye, azadî heye, tirs nîn e û em ne birsî ne.


Tiriyê Kurdistanê ya demsala payizê

TEKNÎKA PÊWENDIYÊ - KOMUNÎKASYON
Ta 4 sal berê jî zehmet bû ku tu bi telefona xwe ya destî mirov ji bajarê Dihokê telefonê bo Silêmaniyê bikira. Hejimareka kêm xetên derve yên mobaîl hebûn. Heger tu halxwes yan mesûlek ne ba te ne dikarî xeteka derve bo xwe peyda bikira. Lê niha kêseya telefonên navxweyî û daxilî çareser bûye. Bi taybetî xeta Korek û ya Asya gelek hêsan kar dikin. Heger tu ji derve jî biçi tu dikari xeta telefona xwe ya derve bi kar bînî. Tele2 Comviq li basûrê Kurdistanê kar dike û tu bi hêsanî dikarî, bi kar bihênî. Herweha abonetiya telefonan jî gelek herzan e.

Dîmenek ji xurakên Kurdistanê

EWLEKARÎ
Ewlekariya Kurdistanê çi qusur têda tune ye. Berê li xalên kontrolê zêdetir mirov radiwestiyan û zehmetî derdiketin. Niha kontrol kêm bûye û îstîxbarat bi hêztir bûye. Kesên ku di nuqtên ewlekariyê de kar dikin, sehrezayiya wan pirtir bûye, ew otomobîlên ku diçin û tên bi hêsanî nas dikin ka ew çi kes in. Bo nimûne em 4 kes di otomobîlê de bûn yekser ji kurdekî bakur re got ka ji kerema xwe nasnama xwe derxe. Lê ji yên din daxwazek weha ne kir. Mirov fêm dike ku di warê ewlekariyê de cihê xwe zexm kirine. Helbet hejimareka zor ji xelqê Kurdistanê bi karê ewlekariyê radibe, mûçê xwe ji karê ewlekariyê digire. Lê ji hemûyan girîngtir jî gelê Kurdistanê alîkariya hêza ewlekariyê dike ku ji hemû tistî girîngtir e.

Tankên Seddam di serê Kopê de bûne malê muzexaneyê

DEWLET Û BAC
Çewa ku ji bo her partiyekî hatina sereke heqê endametiya abori be, ji bo dewletekî jî bac xala sereke ye. Heger ku desthilatdariya basûr xwe wek dethilat bihesibîne divêt bac hebe. Mixabin min ji kê pirs kir kesê ne got ku em bacê didin hukmetê. Kêmasiya hukmeta Kurdistanê ya sereke eve ye ku heta niha texsîriyeka mezin kiriye. Bi dîtina min divêt hukmet karê bacê ji xwe re bike karekî fer. Ta ku dinarek ji wan bigre divêt ji dêlva wî ve 2 dînaran bide wî kesê ku baca xwe dide. Bo nimûne heqê av û elktrîkê nîn e. Divêt ku dewlet tistekî sembolîk be jî werbigire. Ta heyvê 5 dînar bejî divêt bigre hukmet bi xwe di cihê 5 dînarî de alîkariyeka din bide milletî. Xwediyê resturanga kurdê bakur gote min ku ew qet kurisek jî bacê nade hukmetê heta heqê av û eletrîkê jî. Lewra li vir ji Tirkiyê gelek bastir e ji bo me.

Baregeha leskerê tirk li Bamernê

HÊVIYÊN MILLETÊ JI HUKUMETÊ
Min rojhilatê Kurdistanê ne diye, lê li parçeyên din yên Kurdistanê rihê kar û xebatê di nav gel de, ji basûr pirr bi hêztir e. Di dema soresa ciya de xelq pirtir berhemkar bûn, di gel ku derfetên wan li gor îro gelek kêm bûn. Helbet ev yek vedigere dema desthilatdariya Seddamî ku bûye kultur li dev milletê Iraqê. Her fêrê xwarinê bûye, afrenêr ne bûye. Niha jî gelê kurd li basûr heviya wî hukmeta Kurdistanê ye. Li bendê ne ku hemû tist Hukmeta Kurdistanê bo wan bike. Ev dewlemendiya ku niha li basûr li nav gel heye, reng e li Swêdê jî ne be. Lê mixabin kêrê tiskî nayên pirr xwelî ser in. Gazindên milletê pirtir ji Hukmeta Kurdistanê jî ji vê yekê têt. Ji ber ku heta niha her tist hukmetê ji wan re dikir. Heger 10 dewlemendên Kurdistanê xwe bidin hev wê karibin mezintirîn palûkeyek li Kurdistanê ava bikin û dê di demeka kurt de deverê bi xwe ve girê bide û xwedan bike û dê kurd pê xenî bibin.
Kêmasî û texsîriya Hukmeta Kurdistanê ev e ku milletê fîtê (teswîk) kar na ke, ev yek jî dibe egera tiraliyê di nav civakê de.



Xaka Kurdistanê bombeyên tirkan derbas na kin! Pira li ser Avasînê
GENDELÎ
Li ser gendeliyê jî min ji çend kesan pirsî ka rastiya wê çi ye. Hema bêje her kesê digot 'heye', lê dema ku yên dikin memnûn bin û yên dixwin memnûn bin, wê demê zehmet e mirov pêsiyê lê bigre, ji ber ku ev ketiye nav xwîna me.
GELÊ KURD JI PARTIYÊN XWE PIRTIR NÊZÎKÊ HEV IN
Dî dîroka kurdan de jî wek gelek welatên dunyayê rûpelên res hene ku ketine dîroka wan. Ya kurda jî rûpelên res yên birakujiyê dem dem birînên xedar vekirine û ez bawer na kim ku çi kes sanaziyê bi vê bike, ji bilî sermezariyê. Tistê ku min dît di nav milletî de heskirina gel ji ya partiyan pirtir nêzîkê hev in. Bi taybetî çûn û hatina kesên ku diçin dikevin nav axa Kurdistanê di warê kontrolkirina paseportan de zehmetî derdixin, dan û standineka nebas dikin. Ji vir çend sal berê muameleya karmendên Tirkan li hevber welatiyên kurd di kontrola deriyê Xabûrê de gelek nebas bû û ya kurdan gelek bi rêk û pêk û qedirgirtî bû ji bo kesên ku diçûn û dihatin. Lê niha tirkan helwêsta xwe nermtir û bastir kiriye û ya kurdan hisktir û xirabtir bûye. Ta car û bar karmendên gumrigê dan û standinên kêfî dikin bi taybetî di gel kurdên bakur û basûrê rojava û asta zanîna wan kêm e, ta ni zanin ka Qmislû yan Qurtelan ser bi kîja welatî ve girêdayî ye.


Min suhbetekî di gel kurdekî li devera Sêxanê kir û ji min re got ku hêviya min ya Kurdistana mezin pir bilind e û ez ji hemû kurdan û partiyan hez dikim. Wellehî dema ku Apo hat girtin min sê roj nan nexwar ji kerba, di gel ku PKK du pismamê min jî kustiye, di ser hindêre jî dîsan dilê min bi wî gelek êsiya. Ev e nimûnekî bû ku min behs kir. Lê di nav milletê de hest û bîra netewî û Kurdistaneka mezin di nav milletê de ji ya partiyên kurd zêdetir e.

Li ser gora nemir TEHSÎN TEHA. Li ser kevrê ber serî welê hatiye nivîsîn: 'Xwedê Jê Razî Hunermend Tehsîn Teha'

TÊBÎNÎ/ SERINC/ JÊRENOT:
Di dawiyê de min divêt bêjim ku di seredaneka kurt de mirov ni kare zanyariyên tam rast bi dest xwe bixe, lê ev dîtina min ya kesane (sexsî) ye ku min ji taxên civakê yên cuda cuda pirsî û ez li nav gund û bajaran tev geriyam ku ev dîtin li nig min peyda bûn.
30.12.2008
HECÎ KARDOXÎ









SAZENDEYA (weqfa) PIRTÛKXANE & MUZEXANEYA KURDÎ
www.kurdishlibrarymuseum.org | www.kurdishbookbank.org
+46 70 791 36 06
+46 8 33 12 29










21 attachments — Download all attachments View all images
hec4te7il3.jpg
57K View Download
heci14444rq4.jpg
85K View Download
hec2yn2ed9.jpg
96K View Download
heci166666nu0.jpg
124K View Download
heci13333fx3.jpg
75K View Download
hec12121213qb3.jpg
80K View Download
hecikurdistan6138200123qz2.jpg
89K View Download
heci15555bu3.jpg
86K View Download
heci1777777kx3.jpg
58K View Download
hecikurdistan339993932bx2.jpg
43K View Download
heci021021021021px8.jpg
33K View Download
hecikurdistan67367123le7.jpg
70K View Download
hecikurdistan7823782372lw6.jpg
69K View Download
hec3jc0bh5.jpg
55K View Download
hec7um8.jpg
19K View Download
heci1111111px0.jpg
82K View Download
hec6xj7zl1.jpg
76K View Download
hec5ol4eo8.jpg
62K View Download
heci1888888pl4.jpg
148K View Download
heci1222ev0.jpg
101K View Downloa