woensdag 27 februari 2008

NIŞTIMAN

Hejmara Nu : 2 Aşîtî
Cotmeh 2007 Dîmokrasî
Mafê çarenus
JI Weşanê Rizgarîxwazê Neteweya Kurdistan
E Mail :Nistiman@hotmail.com
SERDANA MALIKî YA ENQERÊ
Bi dawêta serok wezîrê Tirkya Erdoxan,bi heyteke zêde ya wezîrê derve Xoşyar Zebarî navde, serok wezîrê Êraq Nurî Êl Malikî hate Enqerê.Li firokgeha Esenboga ,ji alyê wezîrê dewletê Kurşat Tuzmen,nunerê Tirkya yê Êraq Oguz Çelîkkol û nunerêTirkmen cephesî yê Tirkya Ehmed Muradlî hate pêşwazîkirin.Malikî bi Erdoxan û Nejdet Sezer re hevdîtin çêkir,weku tê zanîn Malikî berê jî hatibu Tirkya lê bi serok komar re hevdîtin nekirbu.
Armanca serdana Malikî çareserkirina pirsgirêkê di navbera her du dewleta de be jî ;heta ku polîtîka Tirka ya Êraq nê guhertin,usa guyaye ku ew pirsgirêkana neyê çareserkirin.Qansî nuçeyê gihiştîye destê ragihandinê di hevdêtina de giranî li ser terorîz mêb u ; ku ewê çawa pevre li himber terorîzmê bitekoşin,sekinîne.Gora daxuyanîya fermî ewê di hundirê 15 rojade wezîrê navxweyî yê Êraq ewê were Tirkya.
Gora nuçeyê gihiştîye destê ragehandinê di nevbera herdu seroka peymana mutabakat hatiye îmzekirin.Di vê peymanêde xalek heye di serîde PKK ewê ji bo tevgerê terorîstî giştika ji holê rakin hewlbidin.Di dema serdana Malikîde serokwezîrê Kurdistan Neçirvan Berzanî daxuyanîyek da û got ku PKK ji ser axa me di serîde dewletê ciran ,em desturê nadin ku êrîşî tu dewleta bike ; ev tişkî balkêşbu. Berî ku Malikî were tirkya Musteşarê derve daxuyanîyek dabu PUK Mîdya û gotibu ku ewê şandeyek wezareta navxweyî here Tirkya.Ji alyêdin daxuyanîya li Enqerê hate dayînde hat gotin ku ewê di hundirê 15 rojade wezîrê navxweyî were Tirkya.Lê ji şuna Wezîrê navxweyî cigirê serok komar Tariq El Haşim çu Tirkya.Ev daxuyanîyê bi guman ji bo şandeye pirsgirêka desteberîyê ne xuyaye.
Weke berê ji alyê serokê Kurdistanê hati bu didiyarkirin ku pirsa Kurd li Tirkya bi rîya aşîtî û dîmokrasyê pête çareserkirin,lê ev tişt di mitebakata hatiye imzekirin de tuneye û partiyê Başur bi gelenperî li himber vê peymanê derdikeve.Ev peymana hatiye çêkirin rastî yefşa parlemane tê ku krîza Hikumetê berdewame.Usa guyaye ku ev peyman bi emir vakîya Tirkya çêbuye.Her çiqas Malikî xwest wênayê serok wezîrekî ku dixwaze bi cîranê xwere baş derbaske dabe jî ku j ibo vî tiştî piştî serdana Tirkya çu Êran û Surya jî lê belê Malikî ji destxistina Tirkya, ya karênavxweyî yê Êraqê nexoşe.Malikî ev xnexoşya xwe bi riya ragihandinê çend cara diyarkir.
Civîna Erdoxan û Malikî bi rojnamevanare hate çêkirinde ;Erdoxan got di serdana Malikî ya Tirkyade me tekez kir ku em piştevaniya pêvajoya aştkirin û dîmokrasiya Êraq dikin.Me di hevdêtina xwede pirsgirêkê girîng giştik bi rêya aştkirin û rawêjkarî bête çareserkirin û em piştevaniya Hikumeta navendî ya di alyê çareseryêde dikin.Ev daxuyanîyana dişibe ew daxuyaniyê dîplomasiya Êraqê ê berê.Bi vê şeweyê tê famkirin ku Dewlata Tirk dev ji êrîşî xwe berdaya ;lê belê ev bes guhertineke taktîkîye yanî şuna gef û êrîşî xwe siyasete ke xapînok hilbijartine ,weku tê zanîn wezîrêderve yê kevn di serdana Malikê ya berêde bi evaye kî hişk ji wanre gotibu ku çima di şandeya wande nunerê Tirkmena tuneye.Di vê serdanêde Tirka di pêşwazîkirina şandeya Êraq ede nunerê Tirkmen cephesî yê Enqerê Ehmet Muradlî teva xwe anîn û diyarkirin ku dema ew dibêjin nunerê Tirkmena çi dibêjin.Ji alyêdî tekezdikin ku li Tirkya pirsgirêka Kurdan tuneye pirsgirêg ya terorîzmêye û ji alyê dî, Tirk dibêje peymana bi Îngîlîzare hatiye çêkirinya sala 1926 hej derbasdibe. Erdoxan di serê vê salêde di vî warîde daxuyanîyek dabu rojnamevanê li Siudî Erebistan.
Dema ku Hejmara Niştiman ya duda Derdikeve
Bi gelenperî dema ku organeke weşanê derdikeve di hejmara yekemînde perspektîfa wêy weşanê û ragirê wê tête diyarkirin.Me ev nekir ji ber şertu mercê tevgera me têdeye.Dema ku her sê weşanê tevgerame derketin wê ga ewê perspektîfa me baştir bê famkirin.Em di vî warîde ji bo nirxandinê layangirê xwe û dostê xwe vekirîne .Hun dikarinbi rêya ew E mail la ku me di vê hejmarêde daye, bişînin.
Me di hejmara Niştiman ya yekemîn de goti bu ku ev kovar ji bo rojhilatanavîn derdikeve û ewê bi Kurdî,Îngilîzî û Tirkî derkeve.Ku em wek devgereke Kurdistanî dixwazin ku zimanê Kurdî,di jiyana rojanede bi be zimanekî desthilatdar .We ku tê zanîn ji derveyî Başurê Kurdistan ji alyê nivîskîde nebu ye desthilatdar û dabeşî şend zarava dibe, ku ev dewlemendîya zimane.Ev tişt ji bo zimanê Kurdî di warê netewbuyînî bê avakirin eva piştevanîyeke.
Tevgera me R .N.K bizaveke bakurîye.Kurdistan welatekî hatiye çar perçekirin Ev çar perçetî ewê kengî bi da wî bive ,ev pirseke têkle.Ev perçebun bi xwere binpêkirina tikilyê van perçena tîne.Weku tê zanîn li Kurdistan bi 4 zaravê bingehîn tê peyivîn.Zaravayê Kurmancî di nav Kurdan de hejmareke mezin pê dipeyive û Kurdan dike yek ji vî warîde cîyekî wêy taybet heye.
Emê di demeke nêzîkde li Evrupa PALE derxînin.Di pê PALE re ewê organe mey weşanê ya bingehîn RIZGARÎYA KURDISTAN ,bişopîne û derkeve.Her sê weşanê me jî berê bi Tirkî derdiket emê hewlbidin ku em vê kêmasya xwe dagrin.Ji ber vê egerê PALE yê li Evrupa bi Îngilizî û bi zaravayê Kurmancî û zazakî derkeve.Ev polîtîkaya mey weşanê ji bo RIZGARÎYA KURDISRAT jî ewê bê te cîbe cî kirin.Niştiman ji bo Rojhilatanavîne ji ber vê cîyekî wêy taybet heye.Li Êraq û Kurdistana Êran soranî bi gelemperî tê bi kar anîn ji ber vê emê hewlbidin ku em bi herdu zarava derxînin.
Hejmara Niştiman ya yekemînde bes me cî da bu polîtîkayê lê di hejmara duda da em çun guhertinekê û gora vê guhertinê Niştiman ji çar beşa avabuye :Beş :1 polîtîka,2 Aborî,3 civak û jiyan,4 çand û huner.
EDÎTOR

ŞAGIRTÊ MICAHîT ERBAKAN DI QESRA ÇANQAYADE YE
Berî hilbijartina MHP û CHP ê li perlemanê hilbijartina serok komaryê boyqot kirin û hilbijartina serok komaryê çênebu.Piştî hilbijartina Evdila Gul namzetiya xwe danî û bi rayê perlemanê AKPê hate hilbijartin.Yanî serok wezîrî ,serokperlemanî û serok komarî kete destê AKP.Piştî vê jî ew mesela Turbanê ku niqaş û gengeşî pir li ser dehate kirin bi dawî bu.weke tê zanîn yekemîne yekî jina wî segirtiye dibe serok komar û ev ne buyereke ew qas girînge.ji xwe berî wê serok wezîr û serok parleman jî jinê wan sergirtîbu.
Bi Kurtasî di Civanîya Gul de jiyana wîy Siyasî
Evdila Gul li Keyserî ji dayik buye û di 57 saliya xwe de hate hilbijartin ji bo serok komariyê.jiyan û kesayetiya wî ya qansî li rojnama ru daye tu têkelî têde tuneye.weku xuya dibe ji malbateke tîgihîştî de mezin buye û hêj gedek buye mebesta xwe daye pêşya xwe û di wê riyêde meşyaye.Li keyserya ku nîjadperestya Tirk lê desthilatdare mezin buye û ji bo zanko çuye Sitenbul xuyaye ku ji vê demê pêve bune heval.Erdoxan di aqaftine ke xwede dibêje namzetêmin Evdila Gul birayêmine û ev karê me destpêkiriye heta xilas nebe em dev jê bernadin.Ev gotina Erdoxan balkêşe ji berku sitrana AKP ê ya dibêje Em pêkve meşyan di va riyanade(beraber yuruduk bız bu yollarda)

Hêj li Keyseri bu bala wî li ser bizava Ilami bu û endamê MTTB.Gul heyranê Îslamîstê navdar Necip Fazil Kisakurek bu,dema ku li zankoya Îktisat bu jî devgera xwe domand piştî xwendinê ji bo dixtorya xwe bike çu Îngiltere du sal ma û vegerya ;di vegerêde hategirtin û demeke kin di girtîgehêde ma lê çima hatiye girtin em nizanin.
Ji Pisporiya pêşxistina Bankê Îslamî ,Gihaştina Parlemanê
Gul di salê 1983-1991 ede pisporiya pêşxistina Bankê Îslami dikir.Di hilbijartinê zu çêbubun yê sala 1991 ede bu namzet û li ser navê Partya Refah hate hilbijartin û di her du hilbijartinêdinde jî ji Keyserî bubu perlamenter û di vê navberêde ji bo serokatiya Partya refah namzetya xwe danî lê bi ser neket.Partiya Refah û domandiya wê Fazîletê de cî girt piştî girtina wê jî bi Erdoxanre AKP avakir û bu cigirê serok.Piştî ku ji bo Erdoxan qedexekirina siyasetê derket ew bu serok.Piştî ku erdoxan ji Sêrtê bu Parlementer, serok wezîrî û serokatiya Partiyê jî ji Erdoxanre hêla.Çîroka jiyana Gul usa xuyadike ku ew ji Erdoxan naqete.bi şêweyeke dinê ewê hevaltiya xwey dozî bidomînin.Di vê nerînêde Gul dabinkirina (sıgorta ) Erdoxane. Ev demeke dirêje kêşeya ku, kî Tirkya bi rêve dive didome.Di dema ku di parlemanêde nikarîbun serok komar hilbijartana û parlemanî biryara hilbijartina zu dabu ku propaxandayê hilbijartine dihate domandin ,Gul,Erdoxan jî girt cem xwe û çu serdana serokerkan; ku di vê hevditinîde li ser planeke berfireh li hevkirin ku divirde êrîşkirina Başurê Kurdistanê jî têdeye.E.Gul daxuyanîyek da NTV û got ku emê çi kengî bikin em dizanin û gefê xwe li Êraq kir.Silêman Demîrel ku wî heft car serok wezîrî carek jî serok komarî kirye di hevdêtineke xwede partyak Kurd ji HEP êre usa got :ev karê hun dikin zirarê dide Tirkye .Ku ev zirar bes ne ji bo tirkye ji bo başur(bakure Kurdıstan) jî derbasdibe.Dema ku Demîrel ev tişt di got serok komar T. Ozal bu.Ew peyva di aqaftina Demîrel de derbas dibe ya ku ewê rêvebirya fişarxistneser ku em inqilaba leşkerî ji pêvekin ewê wêne zelatirbive.(yalçın doxan – Mılliyet 23-01-1993)

Weku tê zanîn pergala dewleta Tirkye wek sistema Emrîka serokatî û wek niv serokatîya Fransa; bi şêweyekî din berpirsyarîyê serok komar kêmê yê serok wezîr zêdetire.Ji ber vê egerê serok wezîrî ji bo Erdoxan baştirbu.Serok komar bes wek serê dewletê karê koardînasyonê dike.Li Tirkya dewleta kur û Kontir Gerilla hêj heye.Li Tirkya ji alyê damu dezgehe dewletê ji bo leşkera ji dêvla Erdoxan ,Gul tê hilbijartin ji ber sebebê wê pirin lê di serîde kesayetîya wî tê.Talat Turhan di pirtuka xwe ya Dewlata Kur use dibêje :Di emirnama li himberî bizava xeyrî nîzamî; di hundrê şerê xeyrî nîzamîde serok komar jî wek koardînator cî digre û ne tirkya tenê li dewletê NATO giştika ev berpirsyarî dane serok komar.Ev emir name ya FM 31 – 15 çavkanîya wê YDE ye.Dema ku li Îtalya kifş bu ku têkilyê serok komar Cossiga bi Gladio re heye û ev buyer li Evrupa giştikî belabu got, ji bo ku têkilya min bi remzeke xizmetê ji welat re dike heye ez bi rumetim,pêdivê ev daxuyanîya wî bê bîranîn.
Çuyîna Gul ji bo perwerdê Îngiltere,ji bo Kar Siûdî Erebistane,Ev ne Tişkî li hev Hatîye
Dema ku em temenê Gul û dîroka ketina wîy siyasetê didin ber çava ev dirok medibe salê 1960-1970 yî,dema ku em li vêdemê dinerin em nasnama Gul çêtir nazdikin.
Komalnasê rêzdar Îsmaîl Beşîkçî di pirtukA xwede dibêje komeke lêkolînêrê Emrîkî hatine Tirkya û rapor dane berpisyara û gotine ku ji Tirkya re partyak Îslamîst pêwîste.Piştî vê Partya Millî Nîzam ava bu.Evana di sloganê xwede li himber Emrîka û Rojava bin jî di rastya xwe de evana armanca xwe û dostê xwe vedişêrin û gel dixapînin.Dema ku ev partî ava bu bi bandora tevgera netewî ya Vîetnam li dinyayê li himber Emrîka bertegek hebu.Ku ev bertega heyî ne mimkune ku bandorê li Tirkya jî neke.Di wê demêde dinya du alî bu û Evrupa jî;li Rojhilata navîn Tirkya wazîfa cendermetyê dikir.Ji bo Tirkya ev bizava ya anti sovyet û antî kominîst bizaveke parastinê bu.Ev bizava û yê dişibê pişgirya wan ya aborî Şerîka petrolê ARAMCO dikir.Îngiltere ji ber koka xwey ANGLO-SAKSON bi Emrîkare siyaseteke paralel dimeşand. E.Gul çi ma ji bo perwerdê çuye Îngiltere û ji bo kar çuye Siûdî Erebîstan ,wî ji mamosta yê xweramanî(akil hocasi) ders dîtîye ji bo mere vêya beje ne pêwîste mere kaîn be.
Di Hundirde Aşîtî Xwaze,Li Derve Şer xwaze
serokê CHP ê Denîz Baykal do di perlemanêda tiştê girîng got.Em diki têkavin du rojê dumayikê.Li holê namzetekî ciddî tune.Tirkya di nav taryêdaye .Civak nizani,dijber nizane,partya desthilatdar nizane,perlemantêr nizane,TBMM nizane,parlementerê deshilatdarîyê û wezîr çavdêrin.Ew namzetê serok komarîyê ku ewê emir bide, naxwazin ji alyê gel bê zanîn.Hilbijartina serok komaryê ji parlemanê tê revandin, ne hilbijartine tebligate. Weneyekî usa ne li giyanê 23 nisanê,ne li rumeta milletême û ne jî li îrada Meclîsê tê.Piştî aqaftina Baykal bi du raja ewê ku nayê zanîn dehere ji serokê parleman re dibêje ez namzetê dewleta TC yê , ê serok komaryê yê yanzdeemînim.Piştî vê aqaftinê bi xwedyê vapeyvana dehere cem Baykal ji ber ku serokê partya dijberîn ya bingehîne.Daxuyanîyê Baykal û Gul dane wihane.
Daxuyanîya Gul:Eger TBMM min hilbijêre bira şika kesî jê tunebe ezê gora emir û zagonê yasaya bingehîn tevbigerim.ezê li pişta nirxê(deyer) gelê xwebim Piştî Gul daxuyanîya xwey yekemîn ya daye gel bi Baykal re hevdîtin çêkir.Baykal ji Gul re got ser xêrê be û hişyarkir,Gul namzetê AKP ye û pêdivê nekeve wê nerîna ku ez girêdayî AKP ê me;ku eger têkevê wega wê li himber wî pir astengî derkeve,ragihandinê usa lêkir.Piştî Gul berendamya xwe diyarkir li hundir û li derve li himber wî bertegê erênî û nerênî derket.rojnameger Erdal Şafak nivîsand ku Demîrel ji bo wî gortiye ew çavkanîya sihbetêye pêkelê baweryêye.ji ber sergirtina(Turban)jina wî dibe astengî û ji generalê inqilapkir Enver,dipirsin ew jî dibêje ev nepêşgirtineke yasayî yê
Siyasetê weke parlementer didomîne lê piştre bi bizava xwey di ware karêderve de tê naskirin.Ji bo beşdarî civîna yekîtîya Ereba bive diçe Kahîrê.Li kahîrê ji rojnamegere çi gotiye:E. Gul li Kahîrê peyamê pir girîng dide.
1. Êlegê polî li xwenekir yanî ji rojhilata navînre got ez welatekî dostê vê cografyayême û tiştekî min ji va mirovana bitirsîne tuneye,ji ber ku em ji dîrokekê tên.Ez ne di binê şemsya Emerîka an Îsraîl de,ez di binê şemsya xwede welatekî vê cografyayême.
2.ji Berzanî re got:ji bo ku em bitere hevdîtinê çekin tu terfetême tamdide, bi wê pişgirya te ji Emrîka sitendiye tu êrîşdike.Lê belê rojê were emê li kerkuk tenê bimînin û tuyê têkeve şuna şivanê derewçîn.
3.ji bo Emrîka:Ew kolanê ku Chaney li Kabîl nikare derkevê, ez bê êlegê polî lêdigerim.Ev tîkilyêminî li cografya dostanyê ku ji Kabil heta Kahîre;bi Berzanî ne guhere.Ev peyamê Êrîşker ku Gul ji Kahîre rêdikir,nuçeyê di rojnama Hurrîyetêde(05.03.2007) tê famkirin ku;pêşnîyariya Tirkya ya ku konferansa cîranê Êraqê bila li Tirkye çêbivê,li him ber vê pêşnîyarî yê Êraq bê deng maye û bersîv nedîtîye pêşnîyarîya wan;ev şorana li himber vê bertege ke.Ew rojnama me li jor qalkir ji Zebarî nuçeyek têde heye.ser nivîsa vê nuçeyî eve:Em hêj li ser civîna Sitenbul nepeyivîne.ev sernivîs ji dîdera Zebarî ya bi kovara Elmanî Der-Spiegel hatiye werkirtin.Gora nuçeya, rojnamêger tînin bîra zebarî ku ew hizra konferansa duyemîn di manga nîsanêde li Sitanbul çêbive.Li ser vê Xoşyar Zebarî dibêje em hêj li ser naveroka konferansa duyemîn ne peyivîne; eger konferansa yekemîn serkeftîbe em dikarin vêya bipeyivin.we ku tê zanîn konferansa duyemîn jî li Şamê çêbu.ew dema ku Gul peyama xwe da ye bi wezîrê karêderve û wezîrê petrolê yê Misrê re hevdîtin duristkirine.Di eynî rojnamêde wanî dinivîse .Misrê bi rêvebirya rum re peyman imzekiriya ku pêkve li petrolê bigerin;lê nişana ewê vê peymanê nu de kontirol bikin û ne hêlin têkeve jiyandan.Misrê bi Tirkyere peymanê nuhde derxe ser masê û ewê bala xwe bide ser nerînê Enqerê û nuhbike peymanê.Dema wezîrê karêderva bu, Gul êrîşî deru dorê dikr. Dema buye serok komar evê serdana xwey yekemîn here Qibrisê.Weku tê zanîn Qibris eve 33 sale ku dibinê dagiriya artêşa Tirkdeye.Dema ku Qibris hate dagirkirin desthilatdar koalîsyona CHP û MSP ê bu.wê demê Gul li zanko ya Sitenbul xwendekarbu niha weke serok komar diçe Qibrisê.Wê demê ji mamosta yê xwere di got micahît,ka bê ewê ji wî re çi bêjin.
KONFERANSA DEWLET ê CÎRAN ê ÊRAQ ê LI ŞAM ê ÇÊ BU
Di meha 8 anda konferasê bi navê cîranê Êraq dihate çêkirin,konferansa sêyemîn li Şam ê çêkir.Berî vê konferansa yekemîn li Kahîrê ya duyemîn li Tehranê çêkirin.Cudatiya vê konferansê ji yêdinê eve ku nunerê YN,Emerîka,Îngîltere,Rusya û yê Fransa beşdarbun.Ev konferansa ku du roja domya de biryara di asta wezareta navxweyîde koardînasyonek bê avakirin dan.
Ev konferansa wek êdin di binê şiyara yekîtêya Êraq û alîkarîya wê hate kombun.Di vê civînêde endamê daîmî yê YN û konseya parastina YN Emrîka,Îngiltere,Rusya û Fransa beşdar bun.Piştî beşdarbunê Emrîka û Îngiltere pêşniyarîya ku rola YN li Êraq zîdebive anî.Ku wek maf, Êraqî û Kurd ji vî karê adizin.Demeke kin maye ji referanduma kerkukêre,ev pêşnîyarîya ku gumana yekemin jê eve ku referandumê başve xîne.
Weku tê zanîn xêrî Tirkya henek dewletê erab jî dixwazin referadum paşve keve ya rastî naxwazin Kerkuk têkeve bin desthilatdariya Kurdistanê.
Pêşve çun usa xuya dike ku ev konferansa ciranê Êraqê edî pirsgirêka çareser nake, pirsgirêka zêdedike.Li ser vê rewşê usa xuyaye ku ne konferans, hevdîtinê dualî ewê çêtirbe.weku tê zanîn ji bo konferansa yekemîn ya li Kahîrê çêbu tirkya daxwazdikir ku mazubanyê bike.Wezîrê derve yê Êraq gotubu eger di konferansa yekemînde serkeftin hebe ji bo ya duyemîn em dikarin hizir bikn.
Mere dikare bêje ku çêbuna konferansa sêyemîn li Şam ê ji bo pêşxistina têkilyê Êraq û Surya başbu.Weku tê zanîn berê di asta serok komaryêde tu serdan çênebubu.Di dumayika sala parda ewilî balyozxanê herdu dewleta hetibu vekirin, piştra Birêz Celal Telabanî çubu serdanê û bi şêweyeke xweş hatibu pêşwazîkirin.
DOSYA KERKUKê

Rastî û Trajedî
Pirsgirêka Kerkuk pirseke navxweyîye lê belê xerî cîranê Êraq, dewletê Rojhilatanavîn û jê wêdetir bala hêze nav dewletî jî dikşîne.Nirxa vê balê ya herî mezin ku ew bîrê petrolê yê li Kerkuk sedsala 20 de hatine dîtin.Êraq berê di nav axa osmanîde bu lê piştî şerê cîhanê yê yekemîn ku osmanî di nav alyê têkçuyîde bu ji ber wê Êraq ket bin desthilatdariya Îngîlîza. Pirsgirêka kerkukê mere dikare di çend alyade bikolînin.di vê nivîsêde emê,li ser alyê wey siyasî bisekin.
Kerkuk Bajarekî Kurdistanîye
Kerkuk bajarekî ji medenyetê mezopotamyare buye niştecî û bajarekî girînge.Hurî bapîrê kurda tê pejirandin; çavkanîyê dîrokî dibjin hurîya li Kerkuk dewletek bi navê Nuzî Arapa vakirine.Bapîrê Kurda Kasîtîya ji zagroz heta Mezopotamya ku Kerkuk ji di navde di bin deshilatdarîya wandebu.Yê yekemîn petrol dîtine kasîtîne ku wan ji petrolê boyax çêdikirin.ji ber çîye nizanim lê dîrokvan cê petrol lê hatiye dêtin dîyarnakin.Koka nave Kerkukê di ware Etîmolojîkde baş nayê zanîn.Çavkanîyê Asurî û Kildanî de navê Kerkuk, Kerlusî derbasdibe.Henek çavkanî jî dibêjin navê Kerkuk ê kevn Bet-selok-karka ye.Profesorê zankoya Petersburgê di vê nerînêdeye.Ew vê nerîne xwe di pirtuka xwey bajarê Êranî di dema Part û Sasanyade tîne ziman.Ev nêrîn bêguman xelite.Ew navê derbasdibe gundekî dîrokî yê wan êye û ev gund girêdayî navçeya Muks ya girêdayî Bilîsêye.Xelitîya wî xelit ya nave.Zanistiyê li ser vî bajarî kronîkeke dema Ruma hatiye wergirtin.Li Êraq şuna desthilatdarîya Sasanîya,deshiladdarîya eraba girt.Koma dumayikê li Êraq cî girtine Tirkin.Ev Tirkana piranîyê wan weke Tirkmen têzanîn;gora me ev Tirkmenana Kurdin.ji ber ku Osmanîya hejmareke zêde ya eşîrê Kurda weke Tirkmen tomarkiri bu.Belgeya herî kevn ya nîşandide ku kerkuk şarekî Kurdistanî nexşê Îsaat Trion di sala 1760 yîde çêkiriye û belgeyeke din ya ku rastya wê nişandide ew naxşê di dema Siltanê Osmanî Evdilhemît sala 1893ande hatiye çêkirin.Ji alyakî din li ser siyaseta ereb kirina Kerkukê ji neh hezarî zêdetir belge heye.Di vê rewşa xwey îroyîn jî de hejmara Kurda li Kerkuk zêdetire.
Ji Bo Warîlek Petrol Hezar Ton Dad Hate Firotin
Dema ku desthilatdarîya Îngîlîza cê xwe ji Monarşîya Ereba re hişt pirsa Kerkuk Pirseke girêdeyî buyera Musilê hete pejirandin.Ew peymana ku Kurdistan kiribu çar perçe di Lozanêde:pirsgirê kê diserîde di nav Tirk û Îngîlîzade bê nîqaşkirin eger çareyek dostanî nê dîyîn eve pirsê bivin Cemyetî Akvam(yanî Yekîtîya Netewan ya wê çaxê),ev biryar hati bu sitendin.Li ser vê biryarê her du dewleta hevdîtin çêkirin tu encam neda Îlgîltere pirs bire Cemyetî Akvam.Ji bo vê pirsgirêkê çareser bike heyet çêkirin vê heyetê di nav bera herdu dewletade sînorekî ne rastî destnîşankir(30.081924).Vê derbê aliyê Tirk dest bi lîstike ke nuhkir.Di vê navberêde disala 1925 de serhildana Şex Seîd destpêkir.Hikumeta Tirk ev serhildan bi zordarî sekinad û got ev serhildan bi piştgirya Îngîlîza derketiye. Dura pejirand ku Musil di nav axa Êraq de bimîne lê hewlda ku ji hatiyê petrolê par bigre.Îngîltere bi Tirkare peymana 500 hezar sterlînî çêkir ku eva beramberî hatiyê petrolê yê 25 sala ye.Di 16.12.1925 de diyarkir ku dev ji mafê xwey li ser Musil berdaye.Piştî vê diyardeyê pirsgirêk di navbera herdu dewletade çareser bu.Piştê ku pirsgirêka Musil çareser bu di navbera herdu dewletade peymana enqerê(05.06.1956) hate îmzekirin.
Di sala 1958 de Monarşî li Êraq têkçu û pêşketina demokrasyê,hêvyak mezin çêkir ji bo çarserkirina pirsa Kurd lê belê Îlona 1961 de serhildana Kurda ya bi çek destpêkir û li ser hev li Êraq înqilap qewimî evêya jî teva xwe bêbawerî anî.Di sala 1968 de Beas bi înqilabe ke leşkerî desthiladdarî xist destê xwe û di 11.03.1970 de mejburma ku atonomî yê bide Kurda û peymanê bi giştî di nav 4 salade behata cîbe cîkirin.
Lê Hikumeta Bexda xalê peymanê ne anî cî û dest bi lîstikakir;got emê petrola Kerkukê bikin netewî.Piştre bi SScB re peymana dostanyê çêkir û bi Partya Kominîstre enîya netewî çêkir.Ev pêvajo ji alyê hêzê şoreşa Kurd bi guman dehate şopandin û li ser rewşa pêvajoyê ku bi kude diçe hizir dihate dirustkirin û polîtîkayê alternatîf bê çekirin di xebitîn.Ji bo ku berî 11.03.1970 de tu şer dernekeve bi balkêş tevdigeryan.Ku gava dema wê hat otonomya bê Kerkuk ne hate pejirandin.Bi şîyara ji Êraq re Dîmokrasî ji Kurdistan re otonomya rastî dest avîtin çekan.Lê ev serhildan zêde ne domya ji ber ku ew hêzê pişgirya şoreşê dikir bi Seddam re peyman çêkirin.Bi navberîya Misrê wezîrê derve yê Êraq û Êran li enqerê hevdîtin pêkanîn û piştra jî Şah Pehlewî û Seddam hevdi li Cezyîr dîtin.Ev hevdîtînina sala 06.03.1975 de bi peymanekê dawî bu.Bê gumnahaya Emrîka ji vê pêvajoya peymanê hebu.General M.Mistefa Berzanî ev peyman usa bi nav kir: Ji Bo Warîlek Petrol Hezar Ton Dad Hate Firotin.Şerê çekderî da rawestanê.Hêzê pêşmerga henek jê derbasî Êran bun, hinek jê teslîmî Êraq bu.Eve tirajedîya Kurdan bu.
Ne Pejirandina Kurdistanî buna Kerkuk ê bu sebebê Ruxandina Êraq
Di şerê Îsraîl û Ereb ande dema ku ji bo Îsraîl serkeftin xuyabu Ereba çekê petrolê kifşkirin.Bi hewildana Ereba OPEC ê ji bo bandorê bide ser endustirya Rojavayîya dest bi ambargoyêkir.Biryara OPEC ê tesir li Seddam kir ji ber wê heqê ewê bi Kurdan re peyman çêke şerkir.Ji alyê din têkçuna Surya û Misrê,di wî de ew bawerî çêkir ku bê nîqaş ew serokê Erebaye û nijadperest ya Ereba li Êraq pêşve çu.Deshilatdara dest kişandina Kurdan ya ji çeka ek firsend dîtin û xwestin kurdistanê xerabikin;li himber vê rewşê KDP û YNK ê nuhde dest bi şerkirin.
Seddam perê ku ji pertolê dehat pê çek sitend û bi xeyala hêzê yekemîn bi li rojhilata navîn;dest bi çêkirina bomba atomî kir,ji bo artêşê çekê moder ji Fransa û SSCB kirî û tekçuna Şahîtîya Êran ji bo xwe gef dît û li himber Êran dest bi şer kir ku ev şer 8 sala domya.Xwest ku vî şerî wek şerê Ereb û farisa nîşan bide di vê navberê de li himber Kurdan û Şîîyan komkujiyê bi navê enfal destpêkir.Li Helepçê komkujîya 5000 kesî pêk anî .Ev hovîtîyê Seddam heta 1990, dakirkirina Kuweytê di nav netewîde tu berdek derneket.
Piştî ku Êraq ê Kuweyt dagirkir,berpirsyarîya YN ê hate bîrê û desttêvedana buyerê kir.Hêzê Êraq ê li Kuweyt de jê hate avîtin û li Başur û Bakurê Êraq heremê parastî çêkirin ku Êraq ê biruxînin.Lê ev plan bi cî nehat û bi sala gelê Ereb û Kurd di bin zordaryêde man.Ji bo pirsgirêk bê çareserkirin bi serkêşîya Emrêka û Îngîltere hêzê koalîsyonê Êraq dagirkirin.
Pêdivê Kerkuk Ne bajarê Şer,Bajarê Aşîtyê be
Me berê goti bu Kerkuk di xwede mozaike kê dibîne û pêdivê ev ji bo Êraq bive mînak.Dewleta Tirk îro xwedîdyê li Tirkmena dike û ji bo madda 140 nê cîbe cî kirin hewildanê xwe tîrdike.Di navberêde jî hertim gefê xweli dewleta Êraq ê dike.Bi rîya Emrîka û Îngîltere dixwaze YN ê têxe nav kar.Pirsgirêka Kerkuk ê ne pirsgireka YN ê, pirsgirêka Êraq ê ya navxweyîye.Ev pirsgirêk bi piranîya gelê Êraq ê û bi pişgirya YN ê yasa bingehîn ya bi referandumê hatiye pejirandinde hatiye diyarkirin.Guhertin an taloqkirina wê, ji xwe serê Êraq ê bi terorê dêşe,ewê krîze nu derxîne.Ev pirsgirêk ji bo kurdan xeta sore;Kurdan di berde pir ked dane.Vê rewşê diserîde hikumeta Êraq û YN ê divê baş têbigêhîje.
CIVAK û JIYAN
SEROK WEZÎR ê KEVN Yê PAKÎSTANÊ GOT DÎYAMIN KURDE
Kombuna sosyalîst enternasyonal ya derbasbuyî ku li Cenevre hatibu çêkirin,Benazîr Bhutto bi berpisê KTV yê Evrupa Xelîl Sîncar re hevdîtineke taybet çêkir û got diyamin Kurde.
Benazîr Bhutto,min ji dayika xwe li ser mezinantiya gelê Kurd ya dîrokî,welatê wan û mafê wan pir tişt bîhist.Bavê min di got pîrka te jineke pir bi hêz bu ji ber ku ew ji gelê Kurd bu.
Sîncar,ew aniha li ser Kurda pir tiştî dizane.Ew tiştê li ser kurdan di kovar û rojnamade derdikeve bi taybet dixwîne.Ewê ji min re gort ku ew heremê gelê Kurd ya azad,ku dema Beas ew nexweşxane, dibistanê hatibu xerakirin dema ku ez dibînim ji alyê hikumeta kurdistanê tên ava kirin ez pir kêfxweşdibim.ji bo min xewne carekedin mayina wê Kurdistanê û min bihistiye ku Kurdistan hatiye perçekirin lê aniha Kurdan li bakurê Êraq ê desthilatdarîya xwe avakirine.
Ez dixwazim ku kurdistanê bivînim lê aniha li pakîstan problem hene û problemê partya me jî heye ji ber vê dema min tuneye ku ez werim, lê eger ez firsendê bivînim ezê werim.
FIRST LADY YA BI DEWLETA XWERE BI DOZîYE
Jına E.Gul,Hayrunîsa Gul ji ber sergirtinê(turban) bu gilîkir li Dadgeha mafê Mirova ya Evrupa . Aniha jî dibe First Ledy ya Tirkya.
Hayrunîsa Gul,di sala 1988 ande ji bo zankoyê kete ezmunê li zankoya Enqerê beşa zimanê Erebî bi dest xist. Ji bo tomarkirinê 08.09.1988 ande çu DTFC ê;jiber ku wêneyê sergritî daye karê tomarkirina wê pêknehat.Di serîde li Daniştayê dawe vekir,piştre çu Dadgeha Mafê Mirova ya Evrupa vekir.Got ev dawe bu siyasî ji ber wê ez adizbum,min xwe ji dawê kişand.Di we demêde dawa Leyla Şahîn ji alyê AIHM ne hate pejirandin,evaya jî bandorkir li ser.Hayrunîsa Gul,dema ku min ev dawe vekir mêrêmin ne wezîr bu,min jî wek her hewwelatîyekî Tirk ew mafê ku Dewletê dabumin, bi kar anî.Min dawa xwe kişand lê ez hêj di wê baweryêde me ku ez hekmum.

ABORî

TIRKYA BI KUDE DIÇE?
Henek dostêmin dibêje ew nivîsê ku tu ji bo Elmanya lê dike henekîdin erênîbe.Hêvyê bide wan pêşbirînê li karê ew li tirkya dike neke.Ez îcca beşdarî vê nerînê nabim,em li buyerê bes ji warê karde lê binerin,me bi cara bê alternatifîya Tirkya,me nîqaşkir,di warê derfetê wê û bê derfetîyêwêde.demaku em werin ser alyê wêy duberyê,goramin em çi dibînin em wana ji were bêjin çêtire.Dostê bi qiymet ez çi dizanim hunê jî bizanin.Ezê ji dîyarkirîyê xwe destpêbikim û tiştê li doramin tê peyivîn û henek tiştê ez lê zêdedikim,ezê hewlbidim teorîyê cuda û nirxandinê xwe ji were diyarbikim.
Teorî 1:Tirkya ji alyê aborîde di rêyekêdeye ku jênayê vegerandin û ji alyê aborîde mezindibe.Ferqa di navbera îxracat û Îtalatêde herdehere mezin dibe lê ji ber metoda mazin bunê eve tişkî siruştîye û rewşa gel herdehere berbi başyê diçe.
Nirxandin 1:Ez îcca beşdarî vê teorîyê nabim.Di dumayika 2002 ande û pêve li dinyayê pêşveçun heye,li Tirkya zêtir mezin bu û mêzîna makroyê wan ji ême baştire.minakeke herî hêsan li Tirkya ji meha sisya ya 2006 û virde xwerêdanê aborî ketîye rêyeke xerab lê di dema mehê 5-6 de piştî şikestina mehekê çêbu li cîhanê berzbuna 4 meha didome.Ev nuxta em hatine Tirkya deyhnê wê pir zêde buye ferka carî pir zêdeye .
Tiştê herî xerab jî di hundurê 4 sala de çi destêmeda hebu me firot.Ew berhevhênanê diroka komarêde giştik ji destê me çu, ê dibêje ku Tirkya di rêyeke başdeye bira destê xwe bider wîjdanê xwe û ew tiştê me li jor lêkirya binere.
T 2: Debaşbuna hatiyan başbuye ,hatiyê gel zêdebuye û serbestîya kultirî aramîyê dide gel.
N 2: Wêneyê ez dibînim cudaye.Guhertinê aborî bes Borsaya zêde ,kura ketî û selef,mezinbuna makroekonimî xerabdibe,xerabbuna komalnasî heye;çawa? Ez bêjim,li welatekî û bi taybetî jî welatekî weke Tirkye ku guhertina bi xistina pera(sicak para) çêdike; ew welatana ku encamê rudayîyê aborî tên guhertin,di avahiyê, mêzîna marko û komalnasîde tu guhertin çênabe.Li dijberî wê civaka mazin ya ji dervî çerxê dimîne,xwe ji pergelê avîtî dibîne û bê çare dimînin,kolan germdibe,bê çareyî û xwe derve dîtina aborî guhertina di kolanêde çêdike.
T 3:Tiştê li Tirkya di vê dawyêde di qewime,ji alyê hêzê birexiraw tê kirin.Armanca wan eve ku me ji rîya baş ku em têre diçin derxînin.
N 3:Ji bo teorîyê çi bêjim bes dikarim bikenim.gotina tişkî usa,xwe li hêsanîyê danîne,ne analîzkirina tiştê heyîye....goramin ê va tişta dibêje tişkî pir girîng binpêkirine.Di salê 1999-2006 ande gel yanî me mirovê ji rêzê ,pêvajoyek ku emnikarin rakin me derbaskir.Di serîde krîze aborî.Piştra bi hatina Dervîş re zixtê IMF û YE yê di civakêde qelşê komalnasî çêbu.Bi daxwazîyê YE yê ku moralê gelêTirk birîndardike.Di encamde tu pêşketin di ware têkilyê Evrupade çênebu ne jî di aborîya makrode tu guhertin çênebu. Encama em hatinê gelekî dibêje neheqî li min bu,heyîyême giştik hate firotin,ji dervey çerxa aborî hatiye eciqandin û di civakêde xerabuyînê komalî dertê .
Encam:Min teorî ji were got dora nerînêmine.Welatekî ku nêvyê hatiyê wê di bin navê deyhnde here selafê,di ware aborîde rantê mazin çêdibin lê ji %99 gel ji dervî vêbe û di bin navê taybetkirdinêda heyîyê wan giştik hatibe firotin ku bi xemgînî lê binere yekîtîya gumrikê û bankê difroşin bîyanîya,nedana kredîye banka, ku wendakirna şerîkeye çuk û bê kar hiştina mirovan;ku di civakêde nirxê dumayik bêne pejirandin û di civakêde xerabunê komalnasî derkeve.Hekê wunê bêjin vana rêxirawê mezin dikin bizîvirin ew tiştê min li jor lêkirye binerin û li ser bisekinin.Li welêt qelîştekê aborî komalnasî her roj mezin dibe û wane li pê qoltixa xwe biparêze û ê li pê qoltixê nune,hebunême çawa bifroşin çerxê bizîvirînin ,ewana ber xwe jî nabî nin ji vî derdî.

Geen opmerkingen: