vrijdag 20 april 2012

Avestakurd – Navê wî Mihemed Salih Qubat e, kurê malbateke Rojavayê Kurdistanê (Sûriyê) ye û ev nêzîkî 8 sal in weke penaber li Herêma Kurdistanê dimîin. Niha li devera Domîz-Duhok dijîn. Avestakurd çû serdana vê malbatê û guhdariya endamên malbatê kir. Li gor ku dê û bavê Mihemed dibêjin; Mihemedê 10 salî dema tê dinyayê dilê wî kunkirî ji dayîk dibe. Malbata Mihemed li gor derfetên xwe wî li ser gelek doktoran digerînin, ji Bexda ta Hewlêr û Duhok, lê her ku diçe dilê Mihemed biçûk dibe. Li gor raporên doktoran niha dilê wî piçûk bûye, ber bi pûçbûnê ve diçe û li dora dilê wî av kom bûye. Doktor didin diyarkirin ku pêdiviya Mihemed bi çandina dilekî nû heye û malbat bêçare maye. Dayîk û bavê Mihemed tenê dixwazin çareyek ji kurê wan re bê dîtin daku bikaribe jiyana xwe berdewam bike. Dayîk û bav bang li hemû Rêxistinên Mafê Mirovan, Rêxistinên Tendrusitiyê û kesên ku bikaribin çareyekê ji kurê wan re bibînin dikin. Haya Mihmed ji nexweşiya wî nîne, lê dide diyarkirin ku gelek diêşe. Ew bi xwe li pola 5'ê dixwîne û xwendevanekî zîrek e, her 5 salên xwendinê bi serkeftin derbas kiriye. Niha Mihemed bê ku haja wî ji nexweşiya wî hebe, gelek caran dema xwe bi komputerê derbas dike û carna daxwaza gerê ji bira û xwişkên xwe dike. Malbat hêvîdare, her çi rêxistin yan kesên bixwazin bibin çare ji Mihemedê 10 salî re, telefonî van hejmarên telefonê bikin: 009647504092496 009647504721786 Avestakurd

Geen opmerkingen: