donderdag 26 april 2012

AVESTAKURD - Serokê Kurdistanê li bargeha xwe li Pîrmam-Hewlêr hevdîtinek ligel rojnamevanan pêk anî. Di vê hevdîtinê de Mesûd Barzanî cejna rojnamegeriya kurdî li rojnamevanên Kurd pîroz kir û ji bi ferehî li ser gera xwe ya Amerîka, Ewropa û Tirkiyê axifî. Barzanî got gera wî serkeftî bû. Serok Barzanî diyar kir ku ew li Tirkiyê li ser rewşa Kurdan û rewşa Sûriyê axifîne. Barzanî her wiha diyar kir ku ji bo çareseriya pirsa Kurd li Tirkiyê ew amade bi her awahî alîkariyê bikin. Mesûd Barzanî bal kişande ser wê yekê ku tu pirsgirêkeke şexsî di navbera wî û serokwezîrê Iraqê Malikî de tune ye, lê belê Malilî peymanên ku hatine îmzekirin pêk nayne. Barzanî got Kurd di xeterê de ne û divê ji bo vê yekê tedbîr werin standin. Mesûd Barzanî diyar kir ku ew ne amade ye ji xeynî serxwebûnê xwîna yek ciwanekî Kurd jî were rijandin. http://www.avestakurd.net/news_detail.php?id=18565

Geen opmerkingen: