maandag 16 juni 2008

Demokrasîya Milîtarîzmê, Siddîq Bozarslan

Tirkîye Dadgeha Bilind (Anayasa Mahkemesi) ku ji 11 endaman pêkhatîye; di derbarê pûşîyê de biryara xwe da û her weha li Tirkîyeyê bû sedemê vekirina minaqeşeyeke nû.Wek tê zanîn Hukûmata AKP digel MHP yê lihevhatinek çêkiribû da ku di Destûrê de guhertinek çêke ku qedexekirina pûşîyê bo xwendevanên zanîngehan û Mektebên Bilind rake. Di encama vê lihevhatinê di navbeyna AKP û MHP yê de guhertin çêbû û partîyên wek DTP, ODP û BBP jî piştgirîya wan kirin û bi 411 dengan di destûrê de guhertineke nû hat qebûlkirin. Piştî ku ev guhertin ji alîyê Serokkomar A. Gul ve hat îmzekirin û di Rojnameya Resmî de ew derçû; ev guhertin bû resmî. Li hemberî vê guhertinê Dozgerê (sawcîyê) Dedgeha Dadgerîyê serî li Mehkemeya (Dadgeha) Bilind xist da ku ew were betalkirin. Ev demek bû ku li Tirkîyeyê hemû partîyên sîyasî û raya giştî li benda vê biryarê bûn. Biryara Dadgeha Bilind him wê qanûnê betal kir û him jî şert danî ku guhertinên weha divê ji alîyê tu hêzek (partî, meclis ango hukûmatek) ve neyê pêşneyarkirin. Balkêş e li gorî Madeya 148 an a Destûrê, Dadgeha Bilind dikare di derbarê şiklî de lêgerin li ser madeyên ku mebesta gilîyê ne, bike. Lê Dadgehê vê madeyê xist bin pîyên xwe û ji xwe re helwestek peyda kir û li gorî Madeya 2 yê ya Destûrê ku dibêje ,Pêşneyarkirina guhertina Destûrê jî nayê kirin, kir esas û guhertina ku ji alîyê Meclisa Neteweyî ya Mezin a Tirk (kurtîya wê ya Tirkî TBMM ye) ve û bi 411 dengan ve hatibû qebûlkirin; li gorî esasî qebûl kir û her weha hukmê nû yê destûrê betal kir. Nûha di Meclisa Tirk de ji bilî CHP yê hemû partî bi awayên cûda nerazîbûna xwe nîşan didin; lê CHP ya Ataturk a milîtarîst-faşîst ji vê biryarê gelek kêfxweş e. Li gorî nûçeyên Tirk di vê biryarê de tenî du endamên Dadgehê xwestine ku minaqeşe li gorî madeya 148 an bibe; lê 9 endamên din ji xwe re madeya 2 yê kirine esas û dîtina du endaman nepejirandine.Tirkîye welateke ecêb e û her tiştên ecêb dikarin li wir rû bidin. Ev biryara Dadgeha Bilind jî ne hewildaneke ewil e û wer xûya dibe ku dê nebe hewildaneke dawîyê jî. Hewildaneke weha dîsa ji alîyê vê dadgehê ve sala çûyî di derbarê hilbijartina Serokkomar de hatibû sitandin û lewre Tirkîye ji dema normal zûtir çûbû hilbijartinên giştî. Ev biryara taze, bi ihîmalek tê wê manayê ku dê Partîya Erdoxan AKP jî were girtin û Erdoxan û hin hevalên wî ji sîyasetkirinê werin dûrxistin. Bi vê biryarê careke din hat dîtinê ku TBMM, Serokkomar, Hukûmat, Partîyên Sîyasî, Destûra Esasî, Qanûn, Dadgeh, Zanîngeh, Çapemenî, hilbijartinên herêmî û giştî û hwd. hemû azad in û xwedî selahîyet in bi yek şertî: Sînorên Prensîbên Ataturk (Kemalîzm-Milîtarîzm-Faşîzm) jibo hemûyan çarçowe ye û tu hêz, qewet an kes nikare li dervayî vî sînorî bixebite ango sîyaset bike. Bi şiklî demokrasî heye , parlamenterîzm heye, hukûmat heye, hilbijartina parlaman û hwd. hene lê gotina dawîyê ya milîtarîzmê ye. Lewre tu demî demokrasî nehatîye Tirkîyeyê; lê demokrasîya milîtarîzmê bê sînor hebûye û heye. Divê em heqê wan nexwin û vê rastîyê qebûl bikin. Lewre li vir ez pêwist nabînim behsa naverokên Madeyên Destûrê yên wek Made 6 (Hukûmkirin bê qeyd û şert a miletê ye) ; Made 7 (Selahîyeta Qanûnçêkirinê li ser navê Miletê Tirk a TBMM ye, ev selahîyet dewrê dereke din nayê kirin) ; Made 87 (Vatinî û berpirsîyarîya TBMM yê, hilanîn (rakirin), guherandin û çêkirina qanûnan e) ; Made 175 (Guherandina Destûrê, bi hindikayî ji sisîyan yekê endamên TBMM bi awayeke nivîskî dikare were pêşneyarkirin) dibeje; lê Dadgeha Bilind ku xudan 11 endam e dikare bi biryareke weha gelek madeyên destûrê bin pê bike û xwe ji ser hemû dezgehên dewletê bilindtir nîşan bide. Di esasê xwe da wek gelek caran di pratîkê de hatîye dîtinê; dezgehên temsîlkarên Kemalîzmê timî hukûm li ser her dezgehî dane. Ji ber ku ev welat Tirkîye ye û her tiştên bê qanûnî li vir dikarin çêbin…Pêşeroja Tirkîyeyê Ewil divê ez destnîşan bikim ku ger Emrîka û YE (Yekîtîya Ewrûpayê) rasterast piştgirîyê bidana; dê ji mêj ve darbeyeke eskerîyê çêbibûya. Wek di darbeyên 1961, 1971 û 1980 yê de hatibûn dîtinê Ordîya Tirk li ser navê menfeetên giştî yên Tirkîyeyê hukûm xistin destên xwe û partîyên sîyasî jibo çend salan be jî qedexe kirin û li gorî dilê xwe şikil dan Tirkîyeyê. Lê êdî YE jî û Emrîka jî ne yên berê ne û rasterast piştgirîya darbeyên eskerîyê bo Tirkîyeyê nakin. Ji ber van sedeman e ku ordîya Tirk jî êdî tektîk guherandîye û wek di Darbeya Postmodern a 28 ê Sibatê (1997) de hat dîtinê; ew serokwezîr û hukûmat guherandin û careke din sînorê Kemalîzmê bi xetên sor pêşberê partîyên sîyasî û serokên wan dan. Fermana 28 ê Nîsanê ya e-maîlê jî helqeyeka berdewamîya wê polîtîkayê bû. Ev tektîk û sîyaseta eskeran a nû hê jî bi piralî didome.Ev hestên milîtarîzmê û faşîzmê ye ku şikil dane sîyasetmedarên Tirk jî. Lewre heta nûha tu partîyek derneketîye dervayê sînorên Kemalîzmê û tu sîyasetmadarên demokrat çênebûne ku bibin xwedî hukûm û Tirkîyeyê ber bi demokrasîyê ve bide meşandinê. Lewre yê wek Erdoxan jî her çiqas bi serê xwe hukûmatê jî çêkiribûye; ew ji xwe re nekirîye hedefa sereke ku Destûreke Sivîl û demokratîk li gorî pîvanên (normên) YE çêke. Di şûna wê de ew jibo xatirê YE û kîtleya xwe ya olperest di qanûnan de hin pîneyan çêkirîye. Ew ji ber ku xwe teslîmê ordîyê kirîye; êdî nema dikare guhertinên bingehîn jî çêke da ku bî van guhertinan nebe dê tu carî demokrasî jî neyê Tirkîyeyê. Erdoxan û hevalên xwe ji ber ku ji kultura oldarîyê hatine; ji xwe li ber wan jî kultura demokrasîyê çênebûye. Ji ber ku di kultura wan a oldarîyê de heta nûha mixabin li tu welatek kultura demokrasîyê çênebûye. Lewre di serî de Erdoxan û hevalbendên rêberê AKP yê vê pirsê ji xwe nekirine. Na xwe dê rastîyek bidîtana: Hemû partîyên sazûmana Tirkîyeyê li Kurdistanê îflas kirin û ji ber gelek sedeman gelê Kurd şansek da Erdoxan da ku çareserîyek ji derdê wan re jî bibûne. Ger Erdoxan û hevalên xwe rastîya Tirkîyeyê bidana ber çavan; sedemê yekemîn pirsa Kurd û Kurdistanê û ya duyemîn jî pirsa odarîyê bûne ku îdeolojîya dewletê li ser hîmê milîtarîzmê û faşîzmê ava bûye û heta nûha ev hatîye domandinê. Ger Erdoxan vê rastîyê biçek bidîta, dê gelê Kurd ji xwe re bikira wek alîyeke hevkar da ku guhertinên esasî di Tirkîyeyê de çêke. Lê mixabin di gelek bûyeran de Erdoxan jî rîyê xwe yê nejadperest û faşîstîyê şaanê me da. Ger weha nebûya dê li ser rîya sefera xwe ya Emrîkayê Erdoxan negotibûya `Dewleteka Kurdî li Arjantînê jî çêbe, ez dê li hemberî wê têbikoşim`. Mirov nikare bêje van gotinên ehmeqekî ne; na xêr van dîtinan tenê dikarin ên bîstûçar eyar nejadperest û faşîstekî bin. Bi vî fikr û ramanên xwe yên faşîstî û nejadperestîyê Erdoxan bo sala 2007 an guhertin û têkilîyên xwe yên derbarê YE de kêm kir heta gotin di cîyê xwe de be, rawestand û giranî da ser dijminatîya li hemberî Başûrê Kurdistanê. Ger piçek bihna demokratbûnê ji Erdoxan bihataya; ew dê têbigîştaya ku azadbûna Başûrê Kurdistanê û serkeftina Îraqeke demokratîk û federal, jibo domandin û xurtbûyîna polîtîka AKP bixwe, pêwistîyeke heyatî bû. Lê Erdoxan berewajê wê xist jîyanê û wek hemû partîyên din ên Tirk di polîtîka nejadperest û faşîstîyê de înadê kir. Di pratîka xwe de Erdoxan vê qerta Kurdan ya hevkarîyê jî ji destê xwe derxist. Nûha jî ew benda qedexekirina partîya xwe ye. Gelek balkêş e ku di Îdîanameya Dozgerê Dadgeha Destûrê de jibo pêwistîya girtin û qedexekirina AKP yê de `Temsîlkirina îdeolojîya hêzên navendî yên globalîzmê (kureselleşmeyê) AKP tê tawanbarkirin` hevokek cîh girtîye ku esas hedefa fikr û ramanên wan pêşberî me dike.Ger Erdoxan û hevalên xwe tenê vê hevokê bigirtana ber çav û wek hedefêke esasî qebûl bikirana; divê wan Parastina AKP yê nedana dadgehê. Ji ber ku ev helwesteke hiqûqî nîne ye û sîyasî ye. Lê Erdoxan û hevalên xwe vî tiştî xûyaye neanîne ber çavên xwe. Ji vê hevokê mirov tê digîhîje ku hedefa mezin li dijê YE ye û bi vî mêjîyê xwe yê kevnare dê AKP were girtinê. Belam piranîya brokrasîya Anqereyê (çi sivîl, çi esker), partîyên wan û hemû dezgehên wan ên Kemalîst endambûna Tirkîyeyê bo YE naxwazin. Wer xûya ye ku dê AKP were girtinê û di serî de Erdoxan û hin rêvebirên AKP yê ji sîyasetkirinê werin dûrxistin. Dê AKP were perçekirin, partîyên nû çêbibin, Erdoxan jî dê bi serbixwe bikaribe were hilbijartin bo parlamanê. Lê heta careke din ew an hevalekî wî were ser hukmê partîyê dê di navbeynê de çend salên din derbas bibe. Her ewha dê Tirkîye li hundur derdora çar-pênc salan wenda bike, digel krîza sîyasî krîzên aborîyê, bêkarîyê Û hwd. zêdetir bibe û wendakirina wan a li derve û bi taybetî jî li hemberî YE dê çar-pênc qat zêdetir bibe û Kemalîst jî emrê xwe hê jî dirêj bikin.Lê rûdanên di pêşeroja Tirkîyeyê de dikare hin fersendên baş jibo gelê Kurd bi xwe re werîne. Di hilbijartinên şaredarîyê de ku sala pêşîya me wê çêbin; beledîyeyên ku nûha di destê AKP yê de ne dikarin têkevin destên Kurdan. Li vir jî berpirsîyarî û vatinîya mezin ji DTP yê re dikeve. Ew divê xwe ji xeta Kemalîzmê dûr bixin; digel hemû hêz û dezgehên Kurdistanî tifaqeke neteweyî çêkin û li ser vê bingehê giranîyê bidin ser îdarekirina bajar û bajerokên Kurdistanê. Yek rîyeke esasî li pêşîya sîyasetmedarên Kurd û Kurdistanî heye. Navenda nasnameya kilîda çareserkirina doza Kurdî divê Bajarê Qedîm Amed be, ne Anqara be. Sîyasetmedarên Kurdan divê zêde hêvîyên xwe ji polîtîka Ankarayê nekin. Bi vê hêvîya ku Kurd ji zencîrên koledarîya Ankarayê rizgar bibin, ez serkeftinê dixwazim.

Geen opmerkingen: