Siyamend Brahîm*
19.08.2008
Ji dawiya sê hezar sal beriya zayînê û ji dilê wan çiyayên berz û bilind milletekî qehreman dakete seranserî rojhilata navîn, û di du hezar salî beriya zayînê ew gelê han di avakirina şaristaniyî de roleke mezin list.
Em nêv rewşenbîrên Ereban pirseke giring tê kirin, Gelo li ser çi li ser xaka kurdistanê kevneşopên hêja hene, ev pirsa ha kar û xebata "şandiyariya Danîmarkî li gundê (Şemşara) ya ku li bakurê rojavayê gola Dokanê dikeve".
Di wê hinge de Kerkûk bi du navan hatiye nasîn, Navê pêşî (Arbaxa) bû, û yê din (Elyelanî) ango bajarên (xwedayan), û (Nûzî) ew navê ku (Hûriyan) li bajarê Kerkûkê kirin(1)
Û di van qehfikên ku li Kerkûkê dîtine, ew bi zimanê Akadê hatiye nivîsîn, û tê de zanyariyeke baş li ser jîyanê Hûriyan ve, û nemaze di ware civakî, Abûrî hatiye dîtin.
Lê heye ku raste ev qehfikên bi nirx li kurdistanê dîtine, bersiv ewe bi rengekî zelal hatiye nivîsîn, ji ber ku tu caran rastiya dîrokî li bin keviran nayê veşartin, bêlê Pênc hezar qehfik di goristaneke ku sêzde kilo mitran dîtine,û navê vê girî ewe (Yorgan tepe), ev nîşaneke xurt ku rola kurdan ya şaristanî diçesîbîne.
Dr Kemal Mezher Agahdariyeke din jî diçesipêne :ewe ku li dirêjahiya sedsalekî gelê Hûrî xweheremendî li bajarê kerkûk û derdorên wê kirin., û helbet yek ji van herêman (Toz xormato)
Ya ku heya van rojan, ev navê han destine, û navê wê yê Kevin û resen (Xormato) ye.Belê gotinê Xor ji Xoriya an jî ji Horiya hatiye, û Mato ewa ku di zimanê bi zimanê Akadî bi wateya bajar tê, îcar ew bi navê bajarê Hûriyan Tê.(2)
Resenî û orcînaliya gelê kurd ku xwedî cihin, ne wekî Turkuman, an jî wekî Ereban ji nuh ve hebûna wan kême û ne resene, Ango ne xwedî cihin, cihê bav kalan kurdistana rengîne,
Belê milletekî din jî ji milletên Zagrosî bi Kerkûkê ve hatiye girêdan, jêdereke din jî ji jêderan ku heyberên Mismarî dibêje Gotiyîne, ewên ku eynî rola Lolebiyên û Hûriyên û li gor dîtina Dr Kemal Mezher dibêje: Ev milletan tevan paşê gelê kurd çêkirin.(3)
"Ji ber ku ew beriya sê hezar sale berî zayînî li başûrî herêma Şehrezûrê dijiyan û giha Kerkûkê, Lê belê ewan gihan Kerkûkê
Û derdorên wê,, lê ewan ji Kerkûkê kirin navenda xwe, piştre bajarê Kerkûkê bi navê ARABAXA hatiye nasîn"(4)
Tiştekî din jî balkêş heye ku Somerî, û piştî wan Ekkadî bi Qiralgeha Gotiyan mukur hat, li ew erdê çarîk (murebe') ku dikeve navbera Zabê biçûk û çemê Diclê, û girên Sulêmaniyê û çemê Diyala digel paytexta wê Arabaxa(5)
--------------------------------------------------------------------------
( 1 ) Kovara Somer cildê sêzda , sala 1957-Harlod Inglot.
( 2 ) Eterîx el xiyasî, Tariq –nafie' Elhemedanî rûpela 90 -Bexda.
(3) Kerkûk xwehremendiya dîrokê rûpelên 9 û 10.
(4) Pêwendiyên Gotiyan bi Kurdan ve, Sovetskaya Istroicheskaya, ji pietûka Dr Kemala Mezher … Kerkûk xwehremendiya zemîn û dîrok. Rûpel 10.
(5) Cambridge Ancinet History, Cambridge, 1924, vol I p 433, vol. III, p 223.
Geen opmerkingen:
Een reactie posten